NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek nivîskar, rojnameger û rewşenbirên ku xwe wekî “Xwediyê hevpar ên vê axê" bi nav dikin, daxuyaniyek hevpar dan û banga "OHAL'ê rakin" kirin.
Gelek nivîskar, rewşenbir, rojnager û parazvanên mafên mirovan ên wekî Akin Birdal, Baskın Oran, Binnaz Toprak, Celalettin Can, Cuneyt Başbug, Esra Mungan, Emine Uşakligîl, Hasîp Kaplan, Levent Gultekin, Necmiye Alpay, Orhan Alkaya, Oya Baydar, Omer Faruk Gergerlîoglu, Riza Turmen, Şanar Yurdatapan, Ufuk Uras, Ziya Halîs, Zulfu Livanelî jî hene daxuyaniyek hevpar îmze kirin û bang li hikûmetê kirin ku OHAL'ê rakin. Nivîskar, rewşenbir û rojnamegerên ku xwe wekî “Xwediyên hevpar ên vê axê" pênase dikin diyar kirin ku ji bo welatê hevpar û jiyana hevpar ava bikin, bêyî li partiyên siyasî, bîrdozî, nasname, ziman, çand û baweriyê bimerin bang li 80 milyon mirovên li Tirkiye dijîn dikin. Rewşenbir û ronkabiran diyar kirin ku cudakirina tirk û kurd û baweriyan perçe dike û eniyê dixe nava civakê. Rewşenbiran destnişan kir ku ew dixwazin baweriya xwe, zimanê xwe, çand û jiyana xwe azad û wekhev bijîn. Dixwazin di nava aramî, ewlehî û şêwirmendiyê de bijîn.
Rewşenbiran xwestin ku şer, pevçûn, alozî, zimanê nifrînê û bê edaletî û binpêkirina mafan bi dawî bibe her kes li hemberî parastina mafan bi wîcdan û hestiyar tev bigerin. Rewşenbiran xwest her kes li dijî pergala yek zilamî bêedaletî, bêhiqûqî û bêbandorkirina meclîsê gef û tundiyên îktîdarê, dûrxistin û îxrackirina kedkarên cemawerî û kedxwariyê bêjin na.
Rewşenbiran, destnîşan kirin ku ew encama vê referanduma bi guman qebûl nakin û xwestin bi lezgîn OHAL ku dibe sedema binpêkirina mafan, îhlalên hiqûqê, tevahiya civakê mexdûr dike bê rakirin.
Rewşenbiran bang li hemû siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, parazvanên mafên mirovan û hemû pêşeng û nûnerên civakê kir û xwest ji bo heq, hiqûq, mafên mirovan ên gerdûnî û perwerdehiya xweser û wekî maf û pergalên gerdûnî yên cihanê têbikoşin û hêza hevpar ava bikin.