Xwîşka Gulmen: Dewlet naxwaze sûcê xwe qebûl bike

ESKÎŞEHÎR - Xwîşma Nuriye Gulmen. Beyza Gulmen a ji bo piştgiriyê bide xwîşka xwe û Semîh Ozakça yên di grevê de ne, kete greva birçîbûnê diyar kir ku ew ji rewşa xwîşka xwe bifikar e lê baweriya wê ew e de bi ser kevin.

Greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve ji kar hatin derxistin, di roja 68'emîn de bi piştgiriyan ve berdewam dike. Piştgiriya herî mezin jî Gulmen û Ozakça jî malbat didin wan. Herî dawî xwîşka Gulmen, Beyza Gulmen a ku li Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê dixwîne ji bo piştgiriyê bide xwîşka xwe dest bi greva birçîbûnê kir. Gulmen a bi 9 hevalên xwe ve dest bi greva birçîbûnê kiriye ji dîhaberê re axivî.

BI NEWAYÊN BERXWEDANÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Greva birçîbûnê ya li Genç-Sen'ê berdewam dike û stranên berxwedanê yên Grup Yorumê tên gotin. Beyza Gulmen a ku li vir stranan dibêje jî fikarên xwe parve dike. Gulmen wiha got: "Ez xemgîn in. Xwîşka min 9 kîlo winda kiriye. Dema ku di nûçeyan de nîşaneyên ku nexweşiyan dest pêkiriye dibihîzim fikarên min zêde dibin. Ditirsim. Yanî Dê piştî greva birçîbûnê çi be, dê çawa bin. Fikarên min ên bi vî rengî hene. Lê ez hewl didim van fikaran derbas bikim. Çiqas ji destên min tê ez dikim."

PÊKÛTÎ LI HEMBERÎ PIŞTGIRIYAN BÛ ASTEN

Gulmen anî ziman ku çalakî ewil tenê hatiye hiştin û zêde piştgirî nehat dayîn û wiha berdewam kir: "Niha di çapemeniya civakî de wêneyên rojên yekem ên tenê ne hene. Lê îro li wir bi sedan mirov kom dibin. Di serî de bi rastî jî tenê bû. Mirov ji bo ku wêne bikişînin jî ditirsiyan. Ji ber ku polîsan li wir teror dimeşandin."

RASTÎ ÊRIŞA FÎZÎKÎ JÎ HAT

Gulmen da zanîn ku dema ku mudaxaleyî çalakiyên Gulmen û Ozakça dihat kirin xwîşka wê jî rastî êrîşan ahtiy, demeke bêvila xwîşka wê şikestiye û ji wê demê heta niha jî bi fikar e.

'DÊ BI SER KEVIN'

Gulmen anî ziman ku ligel her tiştî jî dê çalakî bi ser keve û wiha got: "Ez bawer dikim dê bi ser kevin. Di vî aliyê de bi rastî jî hêviyên min hene. Ew li wir bi rastî jî kêfxweş in û hestên piştevaniyê ya baş afirandin. Dema ku ez çûm wê derê û dema ku wan mirovan dibînim ez jî kêfxweş dibim. Em xwe xurt hîs dikin, bi rastî jî hisekî wisa bi mirov didin hîskirin. Dema ku ez diçim qadê van hestan hîs dikim. Ew jî heman tiştî hîs dikin û armanca wan jî ev e; hestên piştevaniyê hiskirin û dane hîskirinê."

Gulmen diyar kir ku piştî grevê rewşa tenduristiya xwîşka wê, wê difikirîne.

'DÊ SÛCÊN XWE ÎTIRAF BIKIN'

Gulmen bilêv kir ku dewlet ji serê heta niha bi polîsên sivîl ve çalakiyê dişopîne û nirxandina "ji ber ku sûcên xwe qebalû nake wisa dike" kir. Gulmen wiha axivî: "Ji ser dema ku karê wan bide dê sûcên xwe qebûl bike. Yanî dewlet dê bibêje 'belê ez sûcdar im. Min ev mirov ji kar avêt. Bêyî hincet di şevekî de min avêt û niha paşve vedigerînim' nixwaze bi vî rengî bibêje. Lê dîsa jî li aliyeke dizane ku sûcdar e. Ji ber vê yekê jî wekî ku guh nade. Em dizanin ku ev rewş ne wisa ye. Gelek êrîş çêdibin. Ev êrîş di esasê xwe de ji ber piştevaniyê û ji ber tirsa pirbûna mirovan e., nîşaneya vê yekê ye."

'EM Ê ÇALAKIYÊ XURTIR BIKIN'

Gulmen anî ziman ku divê piştevanî zêdetir bibe û wiha got: "Li Eskîşehîrê ji bo çalakî pêk bînim ez dereng jî mam. Ez ê greva birçîbûnê ya rojakê bes nebînim. Difikirim çalakiyên rûniştinê pêk bînim. Li derve jî greva birçîbûnê dibe. Yanî tiştên ku em li vir odeyekî dikin difikirim li qadan jî belav bikin."