Girtiyê lêgerîna tazî red kir ew avêtin feleqeyê

ENQERE - Girtî Mesut Gokhan ê 20 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûceyê şandin Girtîgeha Kîlîsê, rastî lêgerina tazî hat. Gokhan ku lêgerina tazî red kir, rayedarên girtîgehê bi zorê tazî kirin û ew xistin feleqeyê. Birayê Mesut Agît Gokhan, diyar kir ku ew ji ewlehiya birayê xwe bi fikar in.

Zext û tundiya li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Girtî Mesut Gokhan ê 20 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûceyê şandin Girtîgeha Kîlîsê, rastî lêgerina tazî hat. Gokhan ku lêgerina tazî red kir, rayedarên girtîgehê bi zorê tazî kirin û ew xistin feleqeyê. Gokhan ku rastî îşkenceyê hat nikare li ser piyên xwe bigere. Ji ber rastî îşkenceyê hat ew sewqî nexweşxaneyê kirin.

'BINÊ PIYÊ WÎ REŞ Û ŞÛN BÛN'

Birayê Mesut Gokhan Agit Gokhan, diyar kir ku piştî birayê wî sewqî Kîlîsê kirin û rastî îşkenceyê hat ew xistine hucreya yek kesî û wiha got: "Bê navber ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdanê tê. Li Kîlîsê tenê birayê min girtiyê siyasî ye. Birayê min 20 roj berê ji Kiriklarê sewqî Kîlîsê kirin. Dema min bi birayê xwe re hevdîtin kir, Piyê birayê min reş û şîn bûbû. Ji ber ew avêtin feleqeyê nekarîbû li ser piyê xwe bimeşe. Hêj birayê min di hucreya yek kesî de tê girtin. Di hucreya yek kesî de zorê lê dikin ku li ser piyan hêjmarê bide. Ji bo hêjmara li ser piyan red dike. rastî tundî û gefan tê. Gardiyan bê navber gefên "Li vir gotinên me derbas dibin. Em çi bixwazin tivê tu wî bike. Ji xwe tu çi bike jî kes dengê te nabihîze. Ger ku tu li me guhdar neke em dê te li vir bikujin. Em te bikujin agahiya kesî jê çênabe.

DIBE KU BIRAYÊ MIN BIKUJIN Û BÊJIN ÎNTÎHAR KIRIYE'

Agit, destnîşan kir ku ji jiyan û ewlehiya birayê xwe bi fikar e û wiha got: “Dibe ku gardiyan birayê min bikujin û piştre bêjin întîhar kiriye. Ez bi fikar im."

Têkildarî mijarê me xwest agahî ji rayedarên girtîgehê bistînin, lê rayedaran bersîv nedan telefonê.