Xweza bi bûkaniyan xemilî

AMED - Li Amedê demsala biharê bi xweşikbûna xwe, rengên kulîlk û giyayên cûr bi cûr xwe radixe ber çavan. Ji ber şiliya zêde, bihara ku dê li gorî salên borî dereng xelas bibe li nav zeviyên genim û nîskan kulîlkên bûkanî bi rengê sor xemlek din dan xwezayê. Rengên sor ên bûkanî û keskayiya rengên genim û nîskan ku li nav hev ketiye wek quncikekî bihûştê xuya dike. Ev rengên xemla biharê hêjayî dîtinê ye.

Wêne: Bîlal Guldem - dîhaber