RIHA - Zaroka bi navê F.T. ya ku ji bo paletiya zeviyan çûbû Hinisê û hatibû revandin piştî 163 rojan li mala tecawîzkarê wê Ahmet Karadag hat dîtin.
Zaroka bi navê F.T. (13) ku di 12'yê Hezîranê de ji navçeya Siwêrga Rihayê ji bo paletiya zeviyan çûbû Hinisê û hatibû revandin piştî 163 rojan hat dîtin. F.T. ku ji aliyê Ahmet Karadag (25) ve hat revandin li mala wî ya li Amedê hat dîtin.ndi meha Tebaxê de li ser serlêdana malbatê derbarê Karadag de biryara lêgerînê hatibû derxistin û di 23'yê Mijdarê de hatibû binçavkirin. Di encama hevdîtina telefonan cihê F.T. hat tespîtkirin û ji cihê ku zorê lê dihat girtin hat rizgarkirin.
Parêzera Komîsyona Zaroka ya Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman ku bi dozê re eleqedar dibe, da zanîn ku piştî delîlên ku malbatê ji bo revandina F.T. alîkarî daye Ahmet Karadag an na hatin komkirin dê tişta pêwîst bê kirin û wiha got: "Dosyaya Ahmet Karadag ku ev demek dirêje direve û dawiyê hat girtin hêjî di pêvajoya lêkolînê de ye. Dema hat tespîtkirin ku malbatê alîkarî daye wî em hêvî dikin ku dê cezayê pêwîst bigirin."
'DI VÊ BÛYERÊ DE AHMET NE BI TENÊ YE'
Birayê F.T. Mehmet T. diyar kir ku piştî mehan wê xwişka xwe dîtiye û wiha pêde çû: "Xwişka min tiştên bi serê wê hatine ji me re vegot. Xwişka min di halek ne baş de bû. Ahmet Karadag ê ku revandiye tecawîzê wê kiriye. Bahrî, Sînan û Bîlal Karadag ên ku li malê bûn xwişka min bi zorê girtine. Şîdet lê kirine û Ahmet wisa tecawîzê wê kiriye. Ez dixwazim hemû ferdên malê yên ku tiliya wan di revandin û tecawîzê de heye bên girtin. Di vê bûyerê de Ahmet ne bidenê ye."