DERSIM - Kemal Gun ê 70 salî yê ji bo hestiyên kurê xwe bigire 81 roj in di greva birçîbûnê de ye 13 kîlo daye, masûlkeyên wî dihele, çavên wî yên çepê êdî kêm dibîne wiha got: "Ez bimirim jî paş ve gav navêjim. Li vî cihanê daxwaza min a dawî em e ku gorekî kurê min bila hebe."
Kemal Gun ê 70 salî ji bo ku cenazeyê kurê xwe Murat Gun ê DHKP-C'î yê li geliyê Çet a Dersimê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da bigire 81 roj in li Parka Seyîd Riza di greva birçîbûnê de ye. Cenazeyên 11 DHKP-C'iyên ku di heman êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan ji wan cenazeyên 9 kesan hê jî nedane malbatan. 4 cenaze li goristana bêkena a Meletiyê hatin definkiri, der barê aqûbeta 5 cenazeyan de jî agahî nayê dayîn.
REWŞA TENDURISTIYA WÎ KRÎTÎK E
Tenduristiya Gun ji aliyê xebatkarên tenduristiyê yên dildar ve her roj tê kontrolkirin. Gun kîlo winda dike û mesûlkeyên wî dihelin. Gun ê dema dest bi grevê kiribû 74 kîlonbû, di 81 rojan de 13 kîlo da. Gun diyar kir ku êşên wî her roj zêde dibe, çavên wî yên çepê jî êdî kêm dibîne. Gun dema ku diçe ciheki riya wî nêz e disekine û wisa dimeşe, bi şev nikare razê.
'DAXWAZA MIN A DAWÎ EW E KU BILA GORA KURÊ MIN HEBE'
Gun destnîşan kir ku dixwaze li ser gora kurê xwe de şîna xwe bigire û wiha berdewam kir: "Ez ji wan tiştekî naxwazim, Ez hestiyên kurê xwe yê bi destê xwe imn teslîm kir dixwazim. Ger ku şeref, wijdana wan hebe, ger ku dayik û bav bin, ger ku ji mirovahiyê nesîbê xwe girtibin bila me mijul nekin. Di dawiyê de ez bimirim jî paş ve gav navêjim. Li vî cihanê daxwaza min a dawî ew e ku bila gora kurê min hebe."
'YÊ KU KURÊ MIN ŞEWITANDIN NIKARIN HINCETÊ NÎŞAN BIDIN'
Gun li hemberî rapora Saziya Tiba Edlî ya ku jiber bombebaranê di hestiyan de tespîka DNA nikare bê kirin, li ser vê yerê biryara dozger a nikare hestiyan teslîm bike nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Kurê mir ku ciwanên din bi çekên kîmyewî wan aniyê wî halî. Nikarin vê yekê wekî hincet nîşan bidin. Li wir hestiyên bi şewatinadinê hatine kuştin diyar e."
Gun anî ziman ku ji bo cenaze teslîmî wan bê kirin serlêdanên ku li rayedaran kirine bêencam mane, daxwazên wan nehatiye bersivandin, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Dersimê, partiyên siyasî ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Walîtiyê dane lê tu encam nehatiye girtin.
'SAZÎ TOPÊ DAVÊJIN HEV'
Ozlem Balki ya ji bo piştgiriyê li cem Gun e jî diyar kir ku sazî topê davêjin hev û bi vî rengî pêvajoyê dirêj dikin, di hevdîtina ku rêxistinên sivîl bi walîre pêk anîn de walî berê heyetê daye serdozger. Balki da zanîn ku heyeta ku çûye cem serdozger jî careke din riya walîtiyê ji bo wan hatine nîşandan. Balki wiha berdewam kir: "Tu wateya vê tuneye. Ma bedena bav Kemal dê vî dirêjkirina pêvajoyê rake? Hêza xwe nîşandan û înyad kirin bêwate ye. Daxwaza bav Kemal siyasî nîne. Daxwazekî mirovî û wijdanî ye. Rûmet û hiqûqa şer heye. Tu cihên van tiştan li ciheke tuneye. Divê ji îktidara ku her tim hesasbûnê olî tîne ziman bipirse ma cihê van tiştan di ol de heye."
Balki têkîldarî nûçeyên ku di çapemeniya îktidarê de derdikeve ya "ji ber ku kes xwedî li kesên di şer de jiyana xwe ji dest didin dernakevin li goristanên bêkesan tên definkirin" jî axivî û wiha got: "Bav Kemal derewekî mezin jî derxist holê. Xwediyên hemû kesên ku li goristanên bêkesan hatine definkirin hene. Malbat û kesên ku ji wan hez dikin hene. Dixwazin cenazeyên xwe bigirin. Malbat ji ber rêza li hemberî zarokên xwe divê têkoşîna xwe bidomînin."
Beyhan Gun a ku li aliyeke bi dayika xwe ya nexweş a li Erzînganê re eleqedar dibe û tê cem bavê xwe piştgiriyê dide jî diyar kir ku ger tiştek bi bavê wê bê ew ê dest bi greva birçîbûnê bike.
18 HEZAR û 614 TL CEZA
Li Kemal Gun ê ku di meha nîsanê de dest bi grevê kir ji bo her rojê li qadê ye li gorî Qanûna Qebahatan her roj 227 TL ceza tê birîn. Heta niha ji bo Gun 18 hezar û 614 TL ceza hatiye birîn. Gun got uk tu qebahata wî tuneye qebahata esasî yên ku vî cezayê didin dikin.