EDENE - Di doza Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, jê tê darizandin de biryar hat girtin ku bi talîmatê îfade bide û doz hat taloqkirin.
Doza Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş a bi hinceta “Heqaret li hikûmet û dewleta Komara Tirkiyeyê kiriye” tê darizandin li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Edeneyê hat dîtin. Beştaş tevlî dozê nebûn û parêzerên wê amade bûn.
Parêzerên Beştaş ên di dozê de parastin kirin, diyar kirin ku mûwekîla wan ji ber fikrên xwe tê darizandin, fikir nabin sûc û xwestin ku bêyî îfadeya mûwekîla wan bê girtin serbest bê berdan.
Heyeta dadgehê, daxwaza parêzeran red kir, biryar da ku Beştaş di rûniştina bê de ji Enqereyê bi talîmatê îfade bigire û doz taloqî 19’ê Hezîranê kir.