CHP’ê rapora îşkenceyê ji Bozdag pirsî

ÎZMÎR - Parlamentera CHP’ê ya Îzmirê Zeynep Altiok, rapora îşkenceyê ku Neteweyên Yekbûyî der barê Tirkiye de amade kiriye ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî. Parlamentera CHP’ê ya Îzmirê Zeynep Altiok, der barê rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya îşkenceyê ku der barê Tirkiye de amade kiriye, ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî.

Altiok, diyar kir ku Serokê Komîtiya Astenkirina Muameleyên Xerab û Îkenceyê ya Ewropa Mykola Gnatovsky diyar kir ku "Me bi sedan mirovan re hevdîtin kirin û yek bi yek û di bin çavdêriya kesên din de hevdîtin kir. Me gelek belge bi dest xistin” Gnatovskyy, di axaftina rapora Strasburgê de diyar kir ku li gorî rapora pêşketinê ya YE’ê ya 2016’an Tirkiye paşve ketiye.

Altiok, anî ziman ku Rêxistina Efoya Navneteweyî rewşa mafên mirovan a Tirkiye lekolîn kiriye, li gorî rapora 2017’an îşkence û muameleya xerab li Tirkiye zêde bûye. Altiok, da zanîn ku Tirkiye ji van lêpirsînan encam dernaxe û wiha got: “Raportorê Îşkenceyê yê NY’ê Nils Melzer ku di navbera 27’ê Mijdara - 2 Kanûna 2016’an de diyar kir ku Tirkiye di warê îşkence û muameleya xerab de li ser dawetiya hikûmeta Tirk hat Tirkiye û dît ku li Tirkiye binpêkirina mafan gelek zêde ye. 0

Altiok, ji bo Bozdag bibersivîne ev pirs pirsîn:

* Di sala 2016’an de CPT li welatên wekî Belçika, Bulgaristan, Hırvatistan, Kibris, Estonya, Karadag, Polonya, Slovenya û Ukrayna xebat meşand. Hikûmetên van welatan ên naxwazin Heyet raporê aşkere bike hene ya na. Yên hene kijan welat in û hinceta wan çiye?

* Piştî hewldana darbeya 15’ê Tirmehê, Serokê Komiteyê Mykola Gntovskyy diyar kir ku xwest li Stenbol, Enqere û Îzmirê li girtîgehan bi sedan girtiyan re hevdîtin bikin lê hikûmetê destûr neda.Ev rast e. Ger ku rast be bi kijan hincetan destûr nehat dayîn?

* Sedema astengkirina daxuyaniya rapora CPT’ê ya li Tirkiye gelo ji ber li tirkiye binpêkirina mafan heye hatiye asteng kirin? Wekî wezîrê Dadê Bekir Bozdag îdîa dike ger ku li girtîgehan îşkence tune be çima rayedarên hikûmetê destûr nadin rapor bê aşkerekirin?

* Niha li Tirkiye hêjmara girtiyan çiqas e? Çipas ji wan hikûmxwar û çiqas kes hêj tên darizandin in? Çiqas jê hêj temenê wan kêmî 18 salî ye?

* Heta niha ji ber îşkenceyê li girtîgehan der barê tu kesî de lêpirsîn hatiye vekirin. Gotina li girtîgehan li girtiyan îşkence tê kirin û rastî mualeya xerab tên ev rast e?

* Der barê tenduristiya ruh û fîzîkî ya girtiyan de kijan kontrol tê kirin û kijan sazî vê kontrolê dikin. Encama vê yekê çiye?

* li dijî astengiya îşkenceya li Girtîgehan kijan tedbîr tê girtin.

* Ji sala 2002’an heta niha ji ber îşkence û muameleya xerab çiqas kesan bi kijan hincetan serî li DMME’yê da.