ŞIRNEX - Di dema operasyona leşkerî ya li Çiyayê Gabarê de teqînek pêk hat. Di encamê de yek jê giran 3 leşker birîndar bûn.
Di dema operasyona leşkerî ya li Çiyayê Gabarê yê herêma Şirnexê de teqînek pêk hat. Li gorî daneyên destpêkê di teqînê de 3 leşker birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat diyarkirin ku rewşa leşkerekî birîndar girane.
Li herêmê bi pişgiriya helîkopteran operasyon didome.