ENQERE - Rojnameger û nivîskar Huseyin Aykol, bal kişand ser hevdîtina Trump -Erdogan û naveroka wê. Aykol, anî ziman ku ji aliyê Tirkiye ve dê dosyaya Rojava û ji milê DYA ve dosyaya Îran û Zarrab dîtin ser masê û niqaş bikin. Erdogan, anî ziman ku dibe mijar bigêje heta malbata Erdogan jî.
Demek dirêj e çavê her kesî li ser ziyareta Serokomar Tayyip Erdogan a li DYA bi bi serokê DYA'ê Donald Trump re pêk bîne ye. Beriya Erdogan DYA ziyaret bike DYA çek dan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Piştî DYA çek dan QSD'ê bêtir ziyareta di navbera Erdogan û DYA de pêk bê bal kişand. Erdogan sibê dê biçe DYA û ziyaretan pêk bîne. Tê payin ku di ziyaretê de mijara Kurdan, Rojava, Rizza Zarrab û Îran bê axaftin.
ERDOGAN GAZÎ DYA'Ê KIRIN
Nivîskar û rojnameger Huseyin Aykol, ku polîtîkayê ji nêzîk ve dişopîne, diyar kir ku ev ziyareta Erdogan demek pir berê dihat payîn û wiha got: "Erdogan dihat mijûlkirin û rawestandin. “Trump, beriya Erdogan bi gelek kesên eleqe û bê eleqe re hevdîtin kir. Trump Erdogan dida rawestandin. Dihat payin ku hevdîtin di zîrveya NATO de bihata kirin. Lê bi taybetî piştî referandumê piştî erka ku bidin Erdogan diyar bû Erdogan dawetî DYA'ye kirin." Aykol, anî ziman ku Trump berî vê hevdîtinê berê bi wezîrên karên derve û sefîrên xwe re hatin cem hev û wiha got: "Ji Tirkiye 3 navên navdar şandin DYA'yê. Li ser daxwaz û bendewariyên Erdogan hevdîtin kiribûn. Lê beriya Erdogan biçe biryara çekên bidin YPG’ê îmze kirin. Piştre dest bi dayîna çekan a YPG’ê kirin. Ev jî nîşan dide ku qet Tirkiye beşdarî operasyona Raqqa nakin." Aykol, anî ziman tu bendewarî û daxwazên Erdogan pêk nayên û wiha got: "Tevî vê yekê ji bo bi Rêberê Cîhanê re wêne bikişîne û wekî ku Erdogan di referandumê de bi ser ketibe nîşan bide. Erdogan dê mijara Rojava û daxwaza tevlêbûna Raqqa bîne ziman. Dîsa dê mijara FETO û Zarrab jî bînin ser masê. Trump der barê Gulen de dê bêje ev karê darazê ye. Lê Erdogan dê bêtir bixwaze ku Zarrab bê berdan. Trump dê bêje min dozger ji peywirê girt û dozgerê din çi biryarê bide ez eleqedar nabim. Ez bawer nakim ku Trump têkildarî Zarrab de sozekê bide. Ger ku şax ji mijara Zarrab biçin gelek wezîr dê nikaribin biçin DYA'yê. Dibe ku ev mijar heta malbata Erdogan û kurê wî Bilal Erdogan dirêj bibe. Trump tev li karê darazê nabe. Lê dikarin li formulên din bigerin.
JI BO TRÛMP ÎRAN JI SÛRIYE GRÎNGTIR E
Aykol, da zanîn ku di ziyaretê de ji bo Trump Îran ji Sûriye girîngtir e û wiha got: Daxuyaniya Îrranê ya Em dê ji bilî Mekke û Medînê hemû Suddi Arabistanê dem û dûz bikin pir girîng e. Li herêmê mutefîkê herî muhîm ê Suudi Arabistan Tirkiye ye. Pir zor e ku di nava Tirkiye û Îranê şer derkeve. Ji peymana Qesrî Şîrîn a 1639'an heta niha Tirkiye û Îran şer nake. Lê ger ku Îran êrîşî Suudi Arabistanê bike, dibe ku Tirkiye artêşa xwe tev li şer bike. Ev tiştekî pir talûke ye. Erdogan ku nikare êdî Tirkiye bi rêve bibe dikare bi şerekî wisa pirsgirêkên heyî bide ji bîrkirin û ser wan bincil bike. Lê divê gelê Tirkiye li dijî feraseta Erdogan a şer derkeve."
GER TIRKIYE DI MIJARA YPG'Ê DE PIR ISRAR BIKE
Aykol, destnîşan kir ku êdî pirsgirêka kurd bûye pirsgirêka navneteweyî û wiha got: "Êdî li Sûriye rêveberiyek otonom, federal ên fîîlî ketiye meriyetê. Salih Muslim ji aliyê Elize Saray ve hat pêşwazîkirin. Ev nîşan dide ku êdî rêveberiya kurdan ji aliyê navneteweyî ve rewa tê dîtin û tê qebûlkirin. Ez bawer nakim ku DYA der barê YPG'ê de gavan paşve bavêjin. Êdî gotina ‘YPG, berdewama PKK’ê ye. Ew jî terorîst in' zêde fêde nake. Dibe ku PKK êdî ji lîsteya rêxistina terorê derxin."