Parêzvanên hiqûq û mafê mirovan: Em destûr nedin mirinan

STENBOL - OHP, ÇHD, TİHV, ÎHD û ÎTO, bal kişandin ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li enqere û Dersimê û ev tişt gotin: “Em temaşe nekin. Em bêjin ‘Êdî bes e’ û piştevaniyê mezin bikin. Em destûr nedin mirinan a rast jiyane. Jiyan bi parastina mafan biûmet dimîne.”

Bi pêşengiya platforma Hiq’uqnasên Azad (OHP), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya bi KHK’ê hatiy girtin, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Stenbolê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTV) bi armanca bale bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Qada Galatasarayê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniya pankarta “Em jiyanê diparêzin” hat vekirin de, Weqfa Lêkolîna Hiqûq û Civakê (TOHAV) û endamên Komeleya Malbatên Pirsûsê jî ji bo piştgiriyê amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku 68 rojin di grevê de ne û Kemal Gun ê 81 roje di grevê de ye hatin hilgiritn.

‘DI SÎNORÊ KRÎTÎK Ê NAVBERA MIRIN Û JIYANÊ DE NE

Li ser navê saziyan Serokê ÇHD’a Stenbolê parêzer Gokmen Yeşîl daxuyanî xwend û diyar kir ku ew wekî parêzvanên mafê mirovan bi wêrekî û biryardarî ji vê çûyînê re bêjin beşe. Yeşîl, da zanîn ku hemû bertekên li aliyên cuda radibin hêviya gel û azadiyê ne û wiha got: “Em ji bo kedkarên civakê Nuriye Gulme û Semîh Ozakça yên ku li sînorê mirinê ne û Kemal Gun ê ku ji bo cenazeye zarokê xwe bigire ketiye grevê livirin. Gulmen û Ozakça bi çalakiya xwe ya gihiştiye roja 68’an hewl didin dengê xwe ragihînin. Merheleya ku gihiştiyê di sînorê krîtîk ê navbera mirin û jiyanê de ne. Her roj bêhtir digihin astendar mayîn û mirinê. Bi heman awayî Kemal Gun jî ji bo cenazeye kurê xwe bigire ev 81 rojin li Parka Seyît Riza ya Dersimê di grevê de ye û tene hestiyên zarokê xwe dixwaze.”

‘YA RAST JIYANE’

Yeşîl, anî ziman ku ew jiyanê diparêzin û wiha axivî: “Em bang li her kesî dikin ku ji bo daxwazên Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça û Kemal Gun bên bicih anîn û bên çareser kirin deng bidin dengê wan. Em teşame nekin. Em bêjin ‘Êdî bese’ û piştevaniyê mezin bikin. Em destûr nedin mirinan a rast jiyane. Jiyan bi parastina mafan biûmet dimîne.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyên “Nuriye, Semîh û Kemal bi tenê nînin” û “Mirov bi mafên xwe mirove” bi dawî bû.