Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst pêkanînên PDK'ê şermezar kirin

QAMIŞLO - Zêdeyî 20 şervanên YPG'ê yên enternasyonal, 6 şervanên YPG'ê yên enternasyonal ku ji aliyê PDK'ê ve hatin revandin daxuyanî dan. Şervanên YPG'ê yên Ewropa, Amarîka, Çîn û Siwêdî daxuyanî dan û helwesta PDK'ê şermezar kirin.

Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst daxuyanî li çerxeriya Şehîdên Enternasyonalîst a Qamişlo dan. Şervanên enternsyonal revandina 6 hevalên xwe ji aliyê PDK'ê ve şermezar kirin. Şervanên enternasyonalist daxuyanî dan û wiha got: "DAIŞ rêxisitneke terorîst a cîhanî ye. Şoreşa demokratîk ya Rojava bi hêzên YPG û YPJ'ê kariye pişta vê terora cîhanî ku beriya Kobanê li cihekî bin neketibû, bişkîne. Bi Kobanê me fêm kir ku têkbirina vê terorê tenê bi rêya berxwedanê pêk tê. Li hember vê terora cîhanî, weke şervanên enternasyonal ji welatên cuda, me baweriya xwe bi Şoreşa Rojava aniye û piştre em tevlî vê têkoşînê bûne. Ji ber Rojava ji bakur ji aliyê Tirkiyê û ji başûrê xwe ve ji aliyê DAIŞ’ê di dorpêçê de bû, tenê rêyekî me hebû ku em xwe bighêjînin Rojava, sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ku di kontrola PDK'ê de ye. Tevî hemû astengiyên ku PDK'ê derxistine jî, bi sedan ji me beşdarê têkoşînê bûne. Eger PDK'ê evqas zehmetî çênekiriba, dibe ku bi hezaran ji şervanên wekî me hatibana. Mînakek ji vê heftiyek beriya niha qewimî, ev heftiyeke ku ti agahiyê me di derbarê 6 hevalên me yê enternasyonal tune ye. Em tenê dizanin ku ew ji aliyê PD'ê ve hatine girtin, lê em nizani ka di çi rewşê de ne. Em heta nizanin gelo ew zindî ne yan na. Em di vê baweiyê de ne ku kiryarên wiha ne tenê Şoreşa Rojava hedef digirin lê belê zirarê digîjînin têkoşîna demokratîk a gelan û aramiya cîhanê, di heman demê de PDK'ê dixe di xizmeta terora cîhanî ya DAIŞ’ê de. Em saziyên şoreşger, hêzên demokratîk û hemû kesên ku piştevaniya têkoşîna dijî DAIŞ’ê dikin, vedixwînin ku li hember hewldanên PDK'ê ku dixwaze pêşketina demokrasiyê li Rojava bifetisînê, bê deng nemînin. Hemû dinya divê bizane ku hêzekî paşverû weke PDK'ê dixwaze hemû nirxên demokratîk ku bi Şoreşa Rojava pêşketine û têkoşîna YPG/YPJ li hember terorîsmê, reş bike. Li hember vê paşverûtiyê, em bang li hemû şorşgerên enternasyonal dikin werin Rojava û piştevaniya şoreşê bikin.

Navê şervanên enternasyonal ku ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin jî ev in: Callun Ross, Ozkan Ozdil, Fernando Grassa, Justin Schnepp, Damien Rodriguez û Anthony Delgatto."
Daxuyanî bi silogana "Bikeve terora cîhanî ya DAIŞ", "Bijî Şoreşa Rojava", "Bijî berxwedana entirnasyonalîst" û "Bijî YPG û YPJ" bi dawî bû.