EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê dimînin diyar kirin ku di dema lêgerînan de hatine derpkirin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
Girtiyên bi navê Suleyman Gultekîn û Mahmut Demîrel ên li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmaya Balikesîrê dimînin bi riya malbatên xwe derbarê binpêkirinên mafan de agahî dan. Meta Gultekîn Latîfe Aydin diyar kir ku biraziyê wê duh bi telefonê li wan geriyaye, gotiye ku di dema jimartinê de rastî êrîşa leşker û gardiyanan hatine.
Aydin, da zanîn ku biraziyê wê gotiye “Di dema êrîşê de serê Mahmut Demîrel şikestiye. Pişta min jî êşiyaye. Li ser me zextên mezin hene. Pirtûk û rojnameyah nadin me. Binpêkirinên mafan her roja diçe zêde dibin. ji ber vê em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.” Aydin derbarê binpêkirinan de serî li ÎHD’a Edeneyê da û da zanîn ku mafên bingehîn ên girtiyan ji destê wan hatine girtin û xwest zextên li ser girtiyan bi dawî bibin.
Me derbarê bûyera derpkirinê de li rayedarên girtîgehê geriya lê bersiv nedan.