Lîstikvan Uzumcu: Li tu deverên cîhanê ev zilm nayê kirin

ENQERE - Lîstîkvanê şanoyê Levent Uzumcu ku piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya Gulmen û Ozakça bal kişand ser rewşa akademîsyenên hatine îxraçkirin û wiha got: “Li tu devera cîhanê ev zilm li kesên aştiyê dixwazin nayê kirin. Zilmek wiha li kesên ku aştî bi rûmeta xwe îmzekirine nayê kirin.”

Ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi KHK’ê hatine îxraçkirin û bi daxwaza vegerin 168 rojin di çalakiyê de ne daxuyaniyek hat dayîn. Gelek kesên li ser kolana Yukselê hatin cem hev dirûşim berz kirin. Endamên Sendîkaya Lîstikvanan û Parlamentera Serbixwe ya Enqereyê Nazli Aylînaka jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Lîstikvan Levent Uzumcu, diyar kir ku li cîhanê tu dewlet bi keda kesên aştiyê dixwazin nalîze û wiha got: “Bi keda kesên bi îmzeya xwe gotine em aştiyê daixwazin nayê lîstin. Îro nêzî 40 hezar mirov bi hinceta cuda ji kar hatine derxistin. Hinek ji wan ji bo debara mala xwe bikin garsontiyê dikin, hinek avalîmonan difiroşin. Ev mirov kesên bizane yên vî welatî ne. Daxwazên xwe bi zimanekî vekirî anîn ziman. Ne li pey çekan li pey aştiyê ketine. Li tu devera cîhanê ev zilm li kesên aştiyê dixwazin nayê kirin. Zilmek wiha li kesên ku aştî bi rûmeta xwe îmzekirine nayê kirin. Ez bi rêzdarî bejna xwe li hember herdu hevalên xwe ditewînim, em dibêjin hûn di vê riyê de ne bitenê ne û li vî welatî hêjî mirovên xwedî wijdan hene.”

'HÛN DIKARIN KARÊ WAN JI DESTÊ WAN BIGIRIN LÊ RÛMETA WAN NIKARIN’

Parlamentera Enqereyê Aylîn Nazliaka jî da zanîn ku ji bo deng bidein dengê Gulmen û Ozakça hatine qadê û wiha axivî: “Di jiyanê de tişta herî xirap a bê serê mirovekî rizîbûna wijdane. Ji ber wê ger hûnê dile xwe bihêlin bi yekê ve ew ne kesên rastî bêmafiyan hatine kesên bêmafiyê dikinin. Em ê heta dawiyê ji wan hesap bipirsin. Hûn dikarin ji destê mirovan karê wan bigirin lê nikarin rûmeta wan ji destê wan bigirin. Gulmen û Ozakça li vir ne tenê karê xwe dixwazin rûmeta xwe jî biparêzin.”