Di 10 salan de 15 hezar û 625 kes bi çekan hatin kuştin

STENBOL - Hevserokê Komeleya Reda Wîcdanî Gokhan Soysal, diyar kir ku li gorî daneyên Tipa Edlî, di 10 salên dawî de 15 hezar 625 kes bi çekan hatin kuştin. Ciwanên bi navê Ahmet Bay û Adem Zekioglu jî Reda Wîcdanî aşkere kirin.

Komeleya Reda Wîcdanî bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Reda Wîcdanî, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Komeleyê bi slogana "Di OHAL'ê de şer û reda wîcdanî diaxive" daxuyanî da. Li salonê pankartên "Şer mirin e, ji ber vê yekê em red dikin" vekirin. Di civînê de Redkarê Wîcdanî Halil Savda axivî û diyar kir ku wan ev pirsgirêk heta DMME'ê biriye û wiha got: "Niha ji ber şer qadên jiyanê tune dibin. Li bajarên kurdan zext zêdetir in. Di pêvajoya OHAL'ê de hemû rêyên DMME'ê li pêş me tên girtin. Lê li Tirkiye mirovên wêrek hene û têkoşîna xwe berdewam dikin. Yek ji van mirovên wêrek redkarên wîcdanî ne."

Li ser navê redkarên wîcdanî Hevserokê Komeleya Redda Wîcdanî Gokhan Soysal jî daxuyanî da û wiha got: “Talankirin û wêrankirina di şer de bi destê dewletê tê rewakirin. Em kuştin û şer red dikin. Em dizanin ku piştî OHAL îlan kirin dixwazin bikin daîmî. Lê em OHAL'ê li vir naxwazin. Di 10 salan de 15 hezar û 625 kes bi çekan hatin kuştin. Li Tirkiye ji her 4 kesan kesek bi çekan tê kuştin. Di şertên OHAL'ê de ev kuştin bi destê dewletê zêdetir bûye. Rojê 18 kes rastî êrîşên çekdari tên. Li gori daneyên saziyên tipa edlî di 10 salên dawîde 15 hezar û 625 kesan bi çekên agir jiyana xwe ji dest dane. Bi taybetî li erdnîgariya kurdan piştî hewldana Darbeya 15'ê Tirmehê OHAL hat îlankirin û qedexeyên derketina kolanan hatin îlankirin. Niha jiyan mahkûmî siya mirinê kirine.

Soysal bang li her kesî kir ku Reda Wîcdanî mezin bikin û li dijî şer helwesta xwe zelal bikin. Soysal ji her kesî xwest ku li şûna çekan jiyanê biparêzin.

Herî dawî Adem Zekioglu û Ahmet Bay jî redda xwe aşkere kirin.