Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî b bernameyan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de hat diyarkirin ku hemû polîtîkayên asîmîlasyon û qedexeyan bi têkoşînê hatiye pûçkirin.

Înîsiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî, li Amedê li Salona Dawetê ya Ava 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Serokwekîla Hevserokê DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, hevserokên HDP û DBP’ê û nûnerên STK’ê tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya bi rêzgirtinê destpê kir, daxuyaniya bi zimanê kurdî ji aliyê endamê înîsiyatîfê Xelîl Îbrahîm Taş û ya Kirmanckî ji aliyê Ayşe Newroz ve hat xwendin.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku roja cejna ziman bi hêsanî nehatiye bidestxisitn û wiha got: “Di encama berdêlan de ev roj hatine avakirin. Hemû kurdên bi zimanê xwe axivîn ketine girtîgehê, rastî zextan hatine. Em minedarên dayîkên kurdin ligel van hemû xeztan jî bi zimanê me ligel me diaxivin. Em bê çares nînin em malên xwe vegerînin dibistanên kurdî.”

Pîrozbahî bi stranên Koma Arjîn bi dawî bû.

WAN: EM Ê MAFÊN XWE YÊN DEMOKRATÎK BIPARÊZIN

Li Wanê, bi boneya roja Cejna Zimanê Kurdî li avahiya DBP’ê daxuyaniyek hat dayîn. Heserokê KURDÎ-DER’a Wanê ya hatiye girtin Emîn Şahîn diyar kir ku asimilasyona li ser zimanê kurdî û zextên li ser siyasetmedarên kurd ên li bakurê Kurdistanê berdewam dikin û wiha pêde çû: “Ligel hemû zextan jî gelê kurd mafên xwe dizane û dê mafên xwe yên demokratîk biparêze.”

EDENE: BILA ZEXTÊN LI SER ZIMAN BÊN RAKIRINB

Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bi heman boneye li avahiya partiye civînek çapemeniyê lidarxist. Endamê HDP’ê Bahrî Azboy, diyar kir ku hêjî kurd dixwazin ku qedexeya li ser zimanê wan hatiye danîn bê rakirin, ji bo vê têdikoşin û wiha axivî: “Ziman nabe malê partî, rêxistin û komekê. Ger em dixwazin li vî welatî ji bo yekîtî û wekheviyê bijîn, divê di mijara ziman de jî em wek hev bin û divê zimanê kurdî li her qadê biazad bê bikaranîn. Em carek din dibêjin; Zimanê me serbest berdin. Astengiyên li pêşiya ziman rakin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.