Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Karaca: Divê berpirsên şewatê hesab bidin

EDENE - Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca derbarê şewata li wargeha keçan a Aladagê de daxuyaniyek da û wiha got: "Bi cihkirina keçên biçûk li wargehan sûceke. Divê berpirsên şewatê hesap bidin."

Egîtîm Sena edeneyê derbarê şewata li wargeha keçan a li Aladagê de li avahiya xwe civîna çepemeniyê li darxist. Di civînê de Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca axivî. Karaca, da zanîn ji ber pergala perwerdehiyê ya 4+4+4 gelek dibistanên li gundan hatine girtin, tevlîhevkirina refan zêde bûye û pêkanîna perwerdehiya barkirî belav dibe.

Karaca, anî ziman ku piştî di perwerdehiyê de sererastkirina 4+4+4 hat kirin di 5 salên destpêkê de hêjmara dibistanên seretayî ya 4 hezar û 117, dibistana navîn 279 kêm bûye û wiha got: "Despêkê dibistanên gund bi sedan dibistan hatin girtin û ji ber wê zarokên di temenê perwerdehiyê de ji bo perwerdehiya xwe bidomînin, diçin navçeyên ku nêzî wanin. Beşek mezin a xwendekaran, bi perwerdehiya barkirî mecbur dimînin ku bi kîlometreyan rê biçin û li cihên ku diçinê jî wekî Aladagê bi pirsgirêka cihbûn re rû bi rû dimînin. Li gorî Rêveberiya Wargehên Xwendekaran ên Taybet a Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, tenê ji bo xwendekarên zanîngeh û amedeyî dikarin wargeh bên vekirin û xwendekar ber bi wargehên cemaetê ve hatine şandin. Li şûna ku diviyabû di wargehê de xwendekarên amadeyî û yên bilindtir bimînin, li van wargehan bi tasdîqa amîrên zeviyên wargehan xwendekarên dibistana navîn ên temenên wan 11-14 salî li wargehan bicih kirin û sûc kirine."

Karaca, destnîşan da ku diviyabû ji bo zarokên di temenê perwerdehiyê de ne dewlet wargehan bide û wiha axivî: "Hemû rayedarên bûne sedem ku zarokên dibistana navîn li vê wargehê hatine bicihkirin ji şewata Aladagê û mirinan berpirsyarin. Divê kesên ku bûne sedema mirina zarokan di demek kin de derxînin holê û hesabê bidin."