Ji Demirtaş ji bo Erdemê CHP'î: A rast ew daxuyanî ez heyirandim, xweserî nehat axaftin

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, der barê gotinên "xweseriyê" yên ku Eren Erdemê CHP'î lê bar kiribûn de daxuyanî da.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bi riya parêzerên xwe ji bo nûçeyên ku der barê hevdîtina wî û Parlementerê CHP'ê Eren Erdem de nîşeyeke kurt şand. Nîşeya Demirtaş ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê ve hat parvekirin.

Di nîşeya Demirtaş de ev îfade cih girtin:

"Dixwazim diyar bikim ku, ew daxuyanî ez heyirandim. Di hevdîtina me de der barê xweseriyê de gotinek jî nehatiye axaftin. Ji ber vê, ez nîqaşkirina bi vî awayî ya der barê hevdîtina min û Birêz Erdem de rast nabînim. Kesên ku ji bo van xisûsan nêrîna min meraq dikin, dikarin li belgeyên partiya me binêrin. Dixwazim bê zanîn ku, ez nîqaşkirina hevokên ku ji devê min derneketine û wek darazeke teqez li min tên barkirin qebûl nakim."


Erdemê CHP'î, der barê hevdîtina xwe ya ku li girtîgehê bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş re kiribû de daxuyaniyeke dabû di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku Demirtaş gotiye 'di warê xweseriyê de tu daxwazek me tune ye.'