DERSIM - Di pevçûna li navçeya Qisle ya Dersimê de, leşkerek birîndar bû.
Di navbera leşkerên ku li bejahiya Marga Sor a Navçeya Qisle ya Dersimê derketin operasyonê û PKK'yiyan de pevçûn derket. Li gor agahiyên bi dest ketin, hat hînbûn ku di pevçûnê de leşkerek birîndar bûye û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê. Hat diyarkirin ku, li herêmê dem bi dem pevçûn didomin û her wiha helîkoterên kbrayî jî herêmê gulebaran dikin.