STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî ya Cumhuriyet.com.tr'ê Oguz Guven hat girtin.
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Cumhuriyet.com.tr'ê Oguz Guven, piştî îfadedayîna li dozgeriya Edliyeya Çaglayanê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Îfadeya Guven ji aliyê yek ji dozgerên Buroya Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê Celal Saridere hat girtin û bi tawanbariya "Propgandaya rêxistinê" sewqî 2'yemîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Stenbolê hat kirin. Dadgehê bi heman hincetê biryara girtina Guven da û ew şandin Girtîgeha Metrîsê.
Guvenî piştî biryara dadweriyê wiha got: "Li hemberî vê rizandinê tiştekî ku bê kirin tune ye."