Hevserokê DBP'a Gundikê Melê Sezer hat girtin

ŞIRNEX - Hevserokê DBP'a Bajaroka Gundikê Melê Sadun Sezer bi hinceta "endamê rêxistinê " hat girtin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) a Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê Sadun Sezer ê ku di 11'ê Gulanê de hatibû binçavkirin sewqî edliyeya Şirnexê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Sezer sewqî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" der barê Sezer de biryara girtinê da.

Sezer birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.