Li Hezexê leşker û cerdevan bi hev re bi ser malan de digirin

ŞIRNEX - Li gundikê Elcaniya gundê Bafê yê Hezexê gelek leşker û cerdevan bi ser malan de girtin û 6 kes hatin binçavkirin.

Li gundikê Elcanî yê girêdayî gundê Bafe yê navçeya Hezexa Şirnexê leşker û cerdevanan bi hev re bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Selahattin Tekmenuray, Resul Tekmenuray, Haci Terkin, Felat Terkin, Remzi Tekmenuray û Hekim Tekmenuray hatin binçavkirin. Welatiyên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Hezexê. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.

Piştî îfadeyên li vir birayên bi navê Remzi û Hekim Tekmenuray serbest hatin berdan. 4 kes hêj li Miduriyeta Polîsan a Hezex tên ragirtin.