STENBOL - Parlamenterê HDP'ê Mehmet Alî Aslan ê li Balafirgeha Sabîha Gokçen hatibû binçavkirin, hate berdan.
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan ê li Balafirgeha Sabîha Gokçen hate binçavkirin, piştre hate berdan. Aslan ê ji bo beşdarî "Konferansa Têkîliyên Tirk-Ereb" a li Kuveytê bê lidarxistin bibe çûbû balafirgehê bi hinceta ku li Êlihê di meşekî ku di 2016'an de hatiye lidarxistin de ne li peyarê li rê meşiyaye hatiye binçavkirin.
Aslan ê di çarçoveya doza ku ji aliyê Dadgeha Cezeya Asliyeyê ya Êlihê hatiye vekirin de hate binçavkirin, bi şev anîn Edliyeya Anadolu ya li Kartalê. Aslan li vir bi SEGBÎS'ê îfade da û piştre jî hate berdan.