WAN - Abdulvahap Taş ê ku wesayîta zirxî lê qelibî, 28 roj in li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Di bûyerê de pişika Taş teqiya bû û ji ber vê hişê wî ne li serê wî ye.
Li Wanê, wesayîtên zirxî yên di Nîsanê di nav hefteyekê de bûn sedema mirina 2 kesan û birîndarkirina 5 kesan, hîn jî li kuçe û kolanên bajêr talûkeyê didin der. Wesayîtên zirxî yên bi lez diçin û di dema ronahiya sor de nasekin, di 18'ê Nîsanê de li ser Kolana 2'yê Nîsanê li du kesan qelibîn. Yek ji van kesan Abdulvahap Taş û hîn jî rewşa wî ya tenduristiyê di xetereyê de ye.
‘PIŞTÎ BÛYERÊ POLÎS HATIN VIR'
Di vê bûyera ku welatiyê bi navê Sami Uçar jiyana xwe ji dest dabû de, Taş bi giranî birîndar bûbû û ev 28 roj in ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê tê tedawîkirin. Di dema lêketina wesayîta zirxî de, pişika Taş teqiya bû û her wiha ji ber vê hişê wî ne li sera ye. Bavê Taş, Abdulkadir Taş wiha got: "Tu tişt nayê bîra kurê min. Piştî bûyerê polîs hatin vir. Me ji wan re got ku, em ê giliyê we bikin."
‘EM Ê DEV JI VÊ BÛYERÊ BERNEDIN'
Bav Taş, diyar kir ku bi rojan e ew li ber deriyê unîteya beşa lezgîn in û wiha axivî: "Heta ku em sax bin, em ê dev ji bûyerê bernedin. Niha ez li pêyî tenduristiya kurê xwe me. Lê ez ê dozê bişopînim. Em ê tevî malbata Sami Uçar dev ji vê bûyerê bernedin."
'KESEK NEHATIYE DARIZANDIN'
Bavê Sami Uçar, Salih Uçar jî diyar kir ku 3 zarok sêwî man û wiha got: "Tiştekî ku ji destê me bê tune ye. Ji xwe Wezîrê Karên Navxweyî ferman daye polîsan. Ji hewayê ber didin, bombe dikin û zarokên me dieciqînin. Ya bû bi zarokan bû. Kesek nehatiye darizandin. Rewşeke me ya ku em li zarokan binêrin tune ye." Her wiha Uçar, dest nîşan kir ku piştî bûyerê polîs hatine mala wan û alîkariya madî pêşniyarî wan kirine.
Her wiha di heman dîrokê de, li TOKÎ'yên Artemêtanê wesayîta zirxî ya leşkeran li welatiyên di rê de dimeşiyan qelibîbû û 5 kes birîndar bûbûn. Kahraman Adsiz ê ku bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.