Girtiyên silav dan hevalên xwe, hatin îşkencekirin

XARPÊT - Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Xarpêtê, sê girtiyên ku li hucreyê tên ragirtin, ji ber silav dane hevalên xwe yên ku li hucreyên din tên ragirtin, bi awayekî dijwar li wan hatiye xistin.

Hat îdiakirin ku, girtiyên bi navê Sinan Çelik, Taner Yildiz û Yalçin Keskin ên li Girtîgeha Hejmar 2 a Xarpêtê li hucreyê tên ragirtin, ji ber ku di pacê de silav dane hevalên xwe yên li hucreyeke din tên ragirtin, 20 gardiyanan bi awayekî dijwar li wan daye. Zubeyde Çelik a ku li girtîgehê hevdîtin bi kurê xwe Sinan Çelik re çêkir, ragihand ku gardiyanek dîtiye ku girtî silav dane hev û li ser vê kiriye qîrîn û berê xwe daye hucreyê. Çelik, ragihand ku piştî demekê zêdeyî 20 gardiyan ketine hucreyê û bêyî tiştekî ji girtiyan re bibêjin êrîşî wan kirine.

Çelik, anî ziman ku ser çav, nav, pişt û lingên kurê wê mor bûne. Çelik, diyar kir ku kurê wê ragihandiye ku, ji girtiyan rewşa Yalçin Keskin cidî ye, bi çavê xwe yê rastê baş nabîne û bi tena serê xwe li hucreyekê tê ragirtin.

RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ JI DÊVLA BIBE NEXWEŞXANEYÊ, LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN

Çelik, diyar kir ku kurê wê gotiye, piştî ku wan ev rewş ragihandiye dozgeriyê, rêveberiya girtîgehê jî der barê wan de lêpirsîn daye destpêkirin û wiha got: "Li gel ku birînên cidî yên kurê min û hevalên wî hene jî, ew nebirine revîrê. Piştî çend rojan dema rewşê radigihînin dozgeriyê wan dibin nexweşxaneyê. Her sêyan jî rapora derbkirinê wergirtiye."

Dayik Çelik, da zanîn ku hîn jî girtiyê bi navê Yalçin Keskin li hucreyeke yekkesî tê ragirtin. Çelik, anî ziman ku der barê jiyana kurê wê û hevalên wî de şik û gumanên wan hene.

Çelik, ev pêkanîn wek "zilmê" wesifandin û wiha bertek nîşan da: "Hem zarokên me davêjin nava çar dîwaran hem jî bi awayekî dijwar li wan didin. Kîjan mirovahî, kîjan wijdan vê qebûl dike."