ANTALYA - Li Antalyayê bi dehan welatî, di kortalên falezan de dijîn. Rayedarên Şaredariya Muratpaşayê, anîn ziman ku wek şaredariyê ew bi tena serê xwe nikarin ji bo vê çareseriyekê peyde bikin.
Li taxên Fener û Guzeloba yên girêdayî naveçya Muratpaşa ya Antalyayê, zêdeyî 200 welatî di kortalên falezî de ji bo jiyînê li ber xwe didin. Yek ji van welatiyan Halil Şimşek e, ku 15 sal berê ji navçeya Çaycûma ya Zongûldakê berê xwe da Antalyayê. Şimşek ê di gelek karan de xebitî, lê ji ber nexweşîna xwe heta demeke dirêj betal ma niha li kuçeyan kaxezan û bermayiyên din berhev dike û bi vî awayî hewl dide xwe li jiyanê rabigire.
‘BI BERHEVKIRINA KAXEZAN XWE LI JIYANÊ RADIGIRE'
Şimşek ê ku rojê 15-20 lîreyî ji kaxezan bi dest dixe wiha got: "Bi kaxezên ku li ser çopan berhev dikim, ancax xwe têr dikim. Roj heye ku ez tiştekî jî qezenc nakim." Şimşek, ragihand ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyî hene û wiha axivî: "Ji ber bêperetiyê nikarim biçim ser bijîşk jî. Carinan ez diçim beşa lezgîn, lê ew jî li kincên min dinihêrin. Carinan tedawî nakin, carinan hema bi ser re li min dinihêrin." Şimşek, anî ziman ku şikefta ku ew bi salane tê de dijî mala wî ye, lê belê ji ber barana zivistanê hundurê wê rutûbet digire û di dema sermayê de ew nikare lê îdare bike. Şimşek, diyar kir ku havînan jî ji ber germê û rutûbetê ew nizane dê çi bike.
‘JIYANA LI ŞIKEFTAN NE TERCÎHA ME YE'
Şimşek, anî ziman ku jiyana li şikeftan ne tercîha wî ye, lê belê şert û mercên jiyanê ew mehkûmî vê kirine. Şimşek, got ku, tekane daxwaza wî ew e ku vegere bajarê xwe. Her wiha Şimşek anî ziman ku, ew ji ber hin nîqaşên malbatî mecbûr maye ku ji Zongûldakê berê xwe bide Antalyayê û wiha axivî: "Piştî vê saetê ez nikarim şerê malbatî çareser bikim. Lê qet nebe dixwazim li gundê xwe bimirim û li wir bêm definkirin."
‘MIROV ME NABÎNIN'
Şimşek, diyar kir ku kesên li Taxa Fenerê ya Antalyayê dijîn, ji bo rewşa wan xwe li nedîtiyê datînin. Şimşek, ragihand ku li ber çavê wan bi dehan kes dikevin behrê û şa dibin, lê belê li vir rewşa wî û kesên wek wî bala wan mirovan nakişîne.
Şimşek, dest nîşan kir ku li Antalyayê hêwirgehên wan ên dawî falez in. Şimşek, da zanîn ku li beşên cuda yên falezên ku gelekî dirêj in zêdeyî 200 welatî dijîn û ji vana hin jê tevî malbatê xwe ne. Şimşek, ji rayedarên şaredarî û dewletê xwest ku xwedî li wan derkevin.
ŞAREDARÎ: EM BI TENA SERÊ XWE NIKARIN ÇARESERIYÊ PEYDE BIKIN
Têkildarî vê mijarê me bi rayedarên Şaredariya Muratpaşayê re hevdîtin çêkir. Rayedaran, diyar kir ku wek şaredarî ew bi tena serê xwe nikarin ji bo vê mijarê çareseriyekê peyde bikin û heke çareseriyek bivê, divê çareseriyeke têkûz be. Rayedaran, diyar kir ku wan ev mijar ragihandiye Gerînendetiya Bajêr a Polîtîkayên Malbat û Civakiyî. Rayedaran, ragihand ku ji bilî vê ew nikarin tiştekî bikin û divê rayedarên wezaretê li cihê cih mijarê lêkolîn bikin.