16 meh in li cenazeyê kurê xwe digere

AMED - Ev 16 meh in ku cenazeyê Hakan Arslan ê ku di Çileya 2016'an de di pevçûnên li navçeya Sûrê de jiyana xwe ji dest da nehtaiye dîtin. Bav Ali Riza Altun ê ku gelek caran hat Amedê û serî li gelek saziyan da, anî ziman ku cenazeyê kurê wî li qada ku înşeat lê didome ye û ew naxwaze cenaze di bin înşeatê de bimîne.

Hîn jî cenazeyê Hakan Arslan ê ku di 22'yê Çileya 2016'an de di pevçûnên dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da nehatiye dîtin. Malbata Arslan, ji bo dîtina cenaze bi dehan car serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da, lê belê tu encam bi dest nexistin. Her wiha malbatê bi riya parêzerên xwe, li girtîgehê hevdîtin bi kesên dema ji Sûrê derketin û hatin girtin re çêkiribû û hîn bûbûn ku cenazeyê kurê wan li cem Mizgefta Hasirli ya li Taxa Hasirliyê hatiye definkirin. Li ser vê malbatê, ji bo cihê cenaze bê tespîtkirin û bê derxistin, careke din serî li dozgeriyê dabû. Lê belê dozgeriyê, ragihandibû ku li cihê ku tê diyarkirin cenaze lê ye berê lêgerîn û kolandin hatine kirin, lê tu cenaze nehatine dîtin û ji ber vê yekê daxwaza malbatê red kiribû. Malbatê ji bo derxistina cenaze serî li Walîtiya Amedê da, lê belê heta niha walîtiyê tu bersiv nedaye malbatê.

WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ: TU CENAZE TUNE YE

Her wiha malbatê ji bo dîtina cenaze berê serî li Wezareta Karên Navxweyî jî dabû, lê belê wezaretê jî bersiva ku li cihê tê diyarkirin kolandin hatiye kirin, lê tu cenaze nehatine dîtin dabû. Li gel vê, wezaretê diyar kiribû ku mijar ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê lêkolînkirin û li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye.

‘HEKE PERÇEYEK BE JÎ EZ HESTIYÊ KURÊ XWE DIXWAZIM'

Ali Riza Arslan ê ku bi hêviya cenazeyê kurê xwe bibîne dubare ji Qereyaziya Erziromê hat Amedê, anî ziman ku wan gelek caran serî li Walîtiya Amedê û dozgeriyê daye, lê belê wan tu encam wernegirtiye. Arslan wiha got: "Heke perçeyek be jî, ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Bila hestiyek perçeyê wî hebe, da ku em biçin serdana gora wî bikin."

Arslan, diyar kir ku yê ku bav be dê êşa wî fam bike û wiha axivî: "16 meh in ku tu aramî li mala me tune ye. Dê, xwiş û birayên wî perîşan bûne. Tam 16 meh e ku em ji Amedê li benda xeberekê ne, lê tune ye. Ez dixwazim goreke kurê min hebe."

'EZ NAXWAZIM CENAZEYÊ WÎ DI BIN ÎNŞEATÊ DE BIMÎNE'

Piştî pevçûnan, li navçeya ku bi makîneyên karî hatiye xerakirin û li qada ku cenazeyê Arslan lê ye xebatên înşeatê hatibûn destpêkirin û ew xebat didomin. Arslan, anî ziman ku ew naxwaze bifikire ku îneşat li ser bedena kurê wî bên bilindkirin û wiha axivî: "Ez bang li waliyê Amedê dikim. Bila wek bavekî xwe têxe şûna min. Cenazeyê kurê min li Sûrê ye, li qada ku înşeat lê tê çêkirin. Ji kerema xwe. Ez naxwazim cenazeyê kurê min di bin înşeatê de bimîne. Ez jî bav im. Ji bo êşa min rawesta û ji bo cenaze bibînim bila firsendekê bidin min. Da biçim cenazeyê kurê xwe bibînim."