Dayika Bayraktaroglu: Ulaş gihîşt xeyalên xwe

STENBOL - Dayika yek ji fermandarên BOG'ê Ulaş Bayraktaroglu yê ku di operasyona Reqayê de jiyana xwe ji dest da, Melike Çakirer, ji bo kurê xwe wiha got: "Dema Ulaş 17 salî bû, xwest tevlî tevgera kurd be. Wê demê ez li dijî vê derketim. Lê taliyê ya ku wî dixwest çêbû. Gihaşt xeyalên xwe. Li Rojavayê milê xwe da milê kurdan û şer kir."

Dayika fermandarê BOG'ê Ulaş Bayraktaroglu yê ku di pêngava operasyona Reqayê de di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, Melike Çakirer, anî ziman ku kurê wê dixwest ku li ser xaka ku azad bike bijî. Çakirer, diyar kir ku kurê wê çûye Rojavayê, li wir xeyalên xwe pêk aniye û wiha got: "Tiştekî ku wî nikaribûna bikirina, tu carî mirov berhêlî wî tiştî nedikirin."

'DI 16 SALIYA XWE DE DI NAV TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERIYÎ DE CIH GIRT'

Çakirer, (66), anî ziman ku ew û kurê xwe wek hevalên hev bûn û ji bo kurên xwe wiha got: "Tiştekî ku wî nikaribûna bikirina, tu carî mirov berhêlî wî tiştî nedikirin." Çakirer, diyar kir ku Bayraktaroglu di sala 1976'an de dema ku tevgera şoreşger a Tirkiyeyê ber bi pêşveçûyînê ve diçû hatiye dinê û wiha axivî: "Kurê min nehs bû. Tim çipçipokî bû. Ji bo perwerdehiyeke baş, di dema dibistana navîn de min wî şand koleseke bibûrs. Ji min re digot 'Ev hemû zarokên dewlemendan e, zarokên bûrjûvaya ne.' Paşê çû lîseyeke normal. Dema 16 salî bû di nav têkoşîna şoreşgeriyî de cih girt. Bêwestan dixebitî. Min jî ew asteng nedikir."

'HEKE MIN BIGOTANA NEKE JÎ, DÊ GUH NEDANA MIN'

Çakirer, dest nîşan kir ku ew tu carî ji bo kurê xwe nebûbû asteng û wiha got: "Min jî bawer dikir. Bi parastina zarokê xwe mirov nagihê cihekî. Çimkî me jî guh neda dê û bavên xwe. Heke min ji Ulaş re bigotana neke jî, dê guh nedana min û dê bikirana." Çakirer, diyar kir ku di girtîgehê de jî yekî livdar bû û domand: "Li girtîgehê kêliyekê jî vala nesekinî. Ji bo girtîgehên Tîpa F bên girtin tevlî greva birçîbûnê bû. Li hemberî neheqiyên li girtîgehê serî rakir. Tevlî îsyanan bû. Li girtîgehê ji bo rêxistinbûyînê tevdigeriya. Sosyalîzmê vedigot. Li girtîgehê jî rêz ji bo wî dihat nîşandan. Yanî qet vala nedisekinî. Dema derket jî, bi heman tempoyê xebatên xwe domandin."

'KESÊ JÊ HEZNEKIRINA TUNE BÛ'

Çakirer, da zanîn ku kurê wê dema berxwedana Geziyê ketiye girtîgehê û di girtîgehê de zewiciye û wiha got: "Zaf ji malbata xwe hez dikir. Keçeke wî ya bi qasî cîhanê şîrîn çêbû. Lê pir li cem keça xwe nema. Ket girtîgehê. Paşê jî çû Rojavayê. Wî û hevjîna xwe nav li keça xwe kirin. Navekî enternasyonalîst lê kirin." Çakirer, dest nîşan kir ku kurê wê baş masî zevt dikirin û wiha axivî: "Kesekî ecêb bû, bisebr bû, alîkarxwaz bû, jêhatî bû, destlêgirtî bû. Her tişt pê dibû. Arizeya ceryanê, arizeya avê yanî gelek tişt tamîr dikirin. Dema pêdiviya cîranên wî bi tiştekî hebûna, bi lez û bez ber bi wan ve diçû. Dema di dest miroveke/î extiyar de kîsikek bidîtana alîkarî dikir. Li derdora wî kesekî/e jê heznekirina tune bû."

'LI GEL KURDAN MIL BI MIL ŞER KIR'

Çakirer, bi bîr xist ku kurê wê li dijî polîtîkayên dewletê yên ku di salên 1990'î de li ser kurdan dihatin meşandin kurê wê biryar dabû ku tevlî tevgera kurd bibe, lê belê wê demê ew li dijî vê biryara wî derketiye û wiha domand: "Dema 17 salî bû ji min re got, ez dixwazim tevlî tevgera kurd bibim. Got, 'Li wir şer heye, divê ez biçim wir.' Ez jî tirsiyam. Min got li wir mirin heye, tiştên nebaş hene. Ji bo neçe min hewl dida wî îkna bikim. Min ji Ulaş re got 'Divê em li vir rêxistinkirina çîna karkeran bikin.' Serê sibehê dema ez hişyar bûm, min dît ku Ulaş bi derziyan kexezekê bi balîfê vedike. Li ser kaxezê wiha digot 'Dayê tu mafdar î, divê em têkoşîna xwe li rojava bidomînin.' Lê taliyê ya ku dixwest çêbû. Gihaşt xeyalên xwe. Di navberê de ewqas sal derbas bûn, lê dîsa çû Rojavayê û mil da milê kurdan û şer kir. Bi min ecêb hat."

'DIXWAZIM LI SER XAKÊN KU ULAŞ EW AZAD KIRINE BIJÎM'

Çakirer, wiha behsa hevdîtina dawîn a bi kurê xwe re kir: "Min ji Ulaş re got, ez li qeraxên Firatê qulûbeyekê dixwazim, dixwazim li wir bijîm. Ulaş jî ji min re got, 'Ev ne tiştek e, bila Firat kûçikê te be. Hindik ma ji em wir azad dikin.'" Dayik Çakirer, diyar kir ku li gor şert û mercên Rojavayê ew dixwaze temenê xwe yê mayî li wir derbas bike. Çakirer, anî ziman ku wê dixwest biçe li Rojavayê şer bike, lê belê ji ber temenê xwe ew nikare û wiha got: "Du kurê min hebûn; lê êdî tune ne. Lê bi hezaran zarokên min hene. Hemû kesên li Rojavayê jiyana xwe ji dest dane zarokên min in. Heke ez ciwan bûna me, ez ê biçûma û min ê şer bikirana. Lê ez ê biçim Rojavayê. Min tim ji Ulaş re digot, li ber xwe bidin hûn ê bi ser kevin. Dê serketin ya me be. Çi ji destê min bihatan min dikir. Min jî dixwest alîkariyeke min çêbibe. Dixwazim li ser xakên ku Ulaş ji bo jiyanê xwest wan azad bike bijîm."

'DI ŞER D EHER TIŞT ÇÊDIBE'

Çakirer, dest nîşan kir ku dema kurê wê çû Rojavayê ew tim ji bo xebera mirina wî amade bû û wiha got: "Qada şer e. Li holê rastiyek heye. Ew der ne cihên ku mirov henekê xwe pê bikin. Di şert d eher tişt çêdibe. Ji bo çi em ji şer re dibêjin na. Ji bo vê. Hemû dayik, hemû bav û hemû zarok di nêvenga şer de perîşan dibin." Çakirer, anî ziman ku dema xebera mirina kurê wê hatiye ew qet negiriyaye û wiha axivî: "Piştevanî pir xweş e. Gelek kes hatin. Kurê min ê mezin 18 sal berê mir. Naîf bû, ne têkoşer bû. Min mirina wî qet qebûl nekir. Bi qasî du salan ez nehatim ser hişê xwe. Lê di mirina Ulaş de tiştek wisa çênebû. Ez ê qet ji bîr nekim. Çimkî, di axaftina me ya dawî de ev tewsiye kiribûn, 'Hay ji bedena xwe hebe. Hay ji tenduristiya mêjiyê xwe hebe. Ji xwe tu serbilind î, bila ev serbilindî tim hebe.'"

Mehmet Şah Oruç / Metin Yoksu - dihaber