Delebe: Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê li hemberî binpêkirinên mafan bêdeng e

RIHA - Serokê Baroya Rihayê yê berê û delegeyê TBB'ê Hikmet Delebe, anî ziman ku di lijneya giştî de TBB di serî de ji bo cinayeta Tahir Elçi û bi giştî jî ji bo binpêkirinên mafan ên li herêmê bêdeng maye.

Serokê Baroya Rihayê yê berê Hikmet Delebe yê ku di 13'ê Gulanê de tevî 4 hevalên xwe li Enqereyê wek delegeyê Rihayê tevlî 34'emîn Lijneya Giştî ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) bû, anî ziman ku li lijneya giştî TBB li hemberî derhuqûqiyên li herêmê dengê xwe baş dernexistiye. Delebe, diyar kir ku TBB li hemberî cinayeta Tahir Elçi û binpêkirinên mafan ên li Riha û herêmê jî bêdeng maye.

‘TBB JI BO CINAYETA TAHIR ELÇÎ BÊDENG MA'

Delebe, da zanîn ku li Lijneya Giştî wan bi serokekî û 4 delegeyan Rihayê temsîl kiriye û çend sernavê axaftina xwe ya li lijneyê kiriye wiha ragihand: "Min hewl da balê bikşînim ser cinayeta Tahir Elçi. Li wir min hem rexneyên ji bo TBB'ê û hem jî yên ji bo baroyên din ên li Tirkiyeyê anîn ziman. Di ser vê cinayeta ku li ber bidehan kamera û hema bêje di weşana zindî de çêbû evqas dem derbas bûye, lê hîn jî heta niha bi sifetê gumanbariyê îfadeya kesekî nehatiye wergirtin. Ev li ser navê huqûqê cihê şermê ye. Wek Baroya Rihayê û wek baroyên li herêmê, ji bo cinayeta Tahir Elçi heta ku ji destê me hat me hewl da. Bi dehan caran me bi dozgerên ku lêpirsînê bi rê ve dibin û Serdozgerê Amedê re hevdîtin çêkirin. Û her wiha gelek çalakî û daxuyaniyên me jî hebûn. Lê belê, em wek baroyên herêmê di warê cinayeta Tahir Elçi de xitimîn. Yanî me baş dengê xwe ranegihand. Me roleke hîn kartêker nelîst. Ji ber vê yekê, bêdengiya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û bi taybetî jî baroyên din ên li Tirkiyeyê ya ji bo vê cinayetê, bi awayekî cidî cihê rexneyê ye. Bi taybetî jî min ev dest nîşan kir."

‘BINPÊKIRINÊN MAFAN DIDOMIN'

Delebe, anî ziman ku bandora OHAL û KHK'yan li herêmê hîn zêdetir e. Delebe, diyar kir ku hevpîşeyên wî di warê hevdîtina xwe ya bi muwekîlan de rastî astengiyan tên, lê belê tenê di odeyên bikamera û di nezareta gardiyan an jî polîsan de dikarin hevdîtinên xwe çêbikin. Delebe, dest nîşan kir ku dema li bajarên rojavayê tê nihêrîn, ji zûv de dawî li van pêkanînan hatiye û wiha got: "Her wiha li hemberî hevpîşeyên me nêzîkatiyên kirêt û nebaş ên hêzên ewlehiyê hîn jî didomin. Hevpîşeyên me di dema hevdîtinên bi muwekîlên xwe de rastî astengiyên cuda tên. Dîsa, parêzer û kesên ku tên binçavkirin dixin heman kefikê û mirov dikare bibêje ku berê wek sûcdar tên îlankirin. Mixabin nêrîna hêzên ewlehiyê û mekanîzmaya darazê ya ji bo parêzeran di vê astê de ye."

Delebe, dest nîşan kir ku li herêmê huqûq bi temamî hatiye hilawistin, divê saziya sîwanî ya rêxistina parastinê ya parêzeran TBB, ji bo herêmê hîn hesastir tevbigere û bi ser pirsgirêkan ve biçe. Delebe wiha axivî: "Piştî bi KHK'ê hat birêvebirin, mixabin rojava li hemberî derhuqûqiyên li herêmê deng dernexist. Dema hevpîşeyên me karên xwe dikin, bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ew eleqeya ji bo cinayeta Tahir Elçi nehat nîşandan, lê divê di vê serdemê de bi awayekî zelal ji bo hemû binpêkirinên mafên mirovan bê nîşandan. Hîn jî giliyên îdiayên ku di bin çavan de mirov tên îşkencekirin û bi muameleyên kirêt re rû bi rû dimînin tên kirin. Bi taybetî divê TBB ji bo muameleyên kirêt û rewşên îşkenceyî jî hesas tevbigere."