DUHOK – Niştecihên Kampa Domizê, îdia kirin ku PDK malbatên ku nêzî PYD, YPG û QSD'ê ne ji kampê diqewirîne.
Li Kampa Koçberan a Domîzê ya ku li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê ye, çewisandin û pêkûtiyên cûr bi cûr ên li ser niştecihên kampê berdewam dikin. Li vê kampê berê jî hatibû îdiakirin ku pêşmergeyên PDK'ê dest dirêjî jinên ciwan kirine û li ser vê Neteweyên Yekbûyî (NY) tevgeriyan û her wiha dîsa hatibû îdiakirin ku sîxurtî û tevlîbûna nav pêşmergeyên Rojê li ciwanan tê kirin. Niha jî tê diyarkirin ku endamên rêxistina îstixbaratê yên PARASTIN'ê dîsa sîxurtiyê li ciwanan ferz dikin û her wiha ji aliyê rêveberên PDK û PDK'a Sûriyeyê ve bi hinceta ku xizmên wan di nav YPG-YPJ û QSD'ê de ne an jî alîkariya PYD'ê dikin, gelek malbat ji kampê tên qewirandin.
11 MALBAT HATIN QEWIRANDIN
Şêniyekî kampê yê bi navê L.T., ragihand ku kesekî bi navê Hacî Kalo malbatên ku ji siyaseta PDK’ê nerazîne û gazincên wan hene tespît dike û bi riya pêşmergeyan wan ji kampê derdîxîne. L.T., diyar kir ku Hacî Kalo li kampê ji çûyîn û hatina koçberên li kampê berpirsiyar e û her wiha endamê rêxistina îstîxbarata PDK’ê “PARASTIN”ê ye. L.T. wiha got: “Li cem Hacî Kalo, sixûrekî PARASTINÊ yê bi navê Bedran Ebas ku ji navçeya Çilaxa ya Dêrikê ya Kantona Cizîrê ye heye. Bedran Ebas, endamê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Suriyê (PDKS) ye û di nava ENKS’ê de cih digire. Bedran Ebas, lêpirsîna hemû malbatên ku ji Rojava tên kampê dike. Her wiha heta niha tiştê ez dizanim, bi hinceta nêzî PYD'ê ne yan jî alîgirên wê ne, 11 malbat ji kampê hatine derxistin. Niha em nizanin ku ew malbat gihaştine Rojava yan na."
'3 ROJAN HATIM PIRSIYARÎKIRIN'
Yek ji niştecihên kampê yê bi navê A.K jî diyar kir ku di demên dawî de malbat û kesên li kampê tên pirsiyarîkirin. A.K, îdia kir ku ew jî ji hêla Hacî Kalo û Bedran Ebas ve hatiye girtin û 3 rojan li ser hev pir jê kirine û ev agahî parve kirin: “Ji min pirsên wek, tu çima hatî vir? Qey YPG te şandiye vir? Kîjan malbat alîgirên PYD’ê ne. Hûn çima ciwanên xwe tevlî nava peşmergeyên Roj nakin? Ji niha û pê ve divê tu û malbata te bi riya telefonê ji xizmên xwe yên Rojava derheqê YPG, QSD û PYD’ê de agahiyan bidin me. An na em ê we ji vir derbixin.”
A.K. û L.T., diyar kirin ku hîn jî sîxurtiyê li ciwanan ferz dikin û malbatên ku bi fikr û nêrîna xwe nêzî PYD'ê ne dê ji kampê bên qewirandin.
Hate gotin ku, PDK û PDKS di Kampa Domîzê de ne tenê bi hinceta alîgirên PYD’ê, her wiha malbatên ku nêzî Partiya Yekitiyê ku ew jî partiyeke di nav ENKS’ê de ye, hedef hatine girtin. Hat ragihandin ku, 2 malbatên ku bi nêzîkatiya xwe ya ji bo Partiya Yekitî tên nasîn bi hinceta ciwanên xwe tevlî Peşmergeyên Roj nekirine, ji kampê hatine derxistin.
Erdogan Altan - dihaber