AMED - Di ser çalakiya berxwedana Agirê Çaran Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Ferhat Kurtay re 35 sal derbas bûn. Berxwedana wan li zindanê dest pê kir û îro li Tirkiye û cîhanê belav bûye. Şahidê berxwedana Agirê çaran Recep Şeftalidali diyar kir ku wan koletî qebûl nekir û li dijî zilm û tariyê bûn hevî û ronahî.
Li Tirkiye di serdema darbeya leşkerî ya 12'ê îlona 1980'ê de bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin û li zindana Amedê rastî îşkîşkenceya herî giran hat kirin. Herî zêde pêşengên PKK'ê rastî îşkenceya giran hatin. Ji wan hat xwestin ku serî li hemberî îşkenceyê dînin û bibin koleyê pergalê. Siyasetmedarên kurd li dijî îşkenceya giran bi bedena xwe berxwedan û bersîv dan îşkenceya fermandaran. Li Kawîşa 33 ya Zindana Amedê pêşengên PKK'ê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin, li dijî zilm û zordariya dewletê û îşkenceya li girtîgehê serî netewandin û di şeva navbera 16'ê Gulan û 17'ê Gulana sala 1982'an de bedena xwe dan ber agir.
‘DIVÊ ÇALAKÎ RAST BÊ FAMKIRIN'
Di kawişa 33'an de Agirê çaran Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin, dema çalakî pêk anîn, ji hevalên xwe yên xwestin mudaxaleyî şewatê bikin gotin "Agir geş bikin, reşkirina agir îxanet e" bertek nîşanî mudaxaleyê dan û bi bidenaxwe li dijî zilma zindana Amedê bûn meşale û pêşengê rohanî û heviyê. Agirê Çaran nîşeya 'Divê ev çalakî teqez bigêje gel. Ev çalakî berdewama çalakiya rêheval Mazlum e. Em şopdarê Mazlum in. Divê çalaki rast û baş bê famkirin. Çalakî li dijî îxanet, zext û teslîmiyetê berxwedan e." Piştî çalakiyê berxewdana li zindanan zêdetir bû. Dîsa bandor li serve jî kir û li derve jî berxwedana gelê kurd zêde bû. Şahidê çalakiya Agirê Çaran Kurtay, Oner, Anyik û Zengin ku di heman odeyê de dima Recep Şeftalidali bi minasebeta salvegera çalakiya Agirê Çaran qala wê rojê kir. Şeftalîdari, diyar kir ku piştî hat girtin 23 rojan di yek hucreyê de hat girtin û rastî îşkenceya giran a Esat Oktay Yildiran hat û wiha got: "Piştî îşkenceya giran û dijwar 35 kes ketober hatin bijartin û şandin Kawîşa 33'yan a Bloka E'yê. Dema em çûn kawîşa 33'an me dît ku Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin jî hene. Dîsa endamê TİKKO Muslüm Elma û siyasetmedarê kurd Ferhan Turk jî heye. Di odeyek biçûk de 136 girtî dihatin girtin. Bêyî ku em di nava xwe de pirsgirêkan bijîn me komîn ava kirin û me jiyana hevpar pêşxist."
‘BANDORA FERHAT PIR MEZIN BÛ'
Şeftalidali, destnîşan kir ku li gel îşkenceya mezin û giran a Esat Oktay hevalê wan Ferhat Kurtay li dijî îşkenceyê moraleki mezin dida wan û li dijî îşkenceyê di ber xwe dida û bandorek gelek mezin liser wan çêkir. Bandora wî ya perwerdehî, jiyana komîn û avakirina jiyana kolektif hebû. Ferhat tevî hevalê Agirê Çaran Tîmê Dildaran ava kiribû. Dema rayedarên girtigehê digotin karavana me dizanîbû dê îşkence bikin. Dema digotin çopê derxin an jî biçin kantinê dîsa îşkence dikirin. Agirê Çaran jî li dijî vê yekê her dem bi ruhekî kolektif û hevpar tev digeriyan. Tevî hemû îşkenceya giran û ji înata Esat Okay û Co yê wî di ber xwe didan û kawîş diparastin. Bi berxwedana xwe nîşan dan ku qet ji îşkence û zilma Esat Okay natirsin.
ÇALAKIYA MEZIN
şeftalidali, anî ziman ku Agirê Çaran bi çalakiya xwe ya şewate bersîvek gelek mezin dan îşkence û zilma li wan tê kirin û bi agirê bedena xwe tarî ronî kirin û zilm şikandin.
Şeftalidali, wiha behsa wan rojan kir: “Di kawîşa 33’an de tevî her tiştî me nobet digirt. Me ji 2 saetan carekê nobet diguhert. Roja çalakî pêk hat di navbera 16 -17'ê Gulanê de ye. Di Lîsteya nobetê ya saet 23.00-01.00’an de navê min, Îsmail û Orhan heye. Piştî me nobeta xwe girt me bang koma din kir. Di lîsteyê de navê Ferhat, Necmi, Mahmut û Eşref’ hebû. Nobetna wan di navbera saet 01.00 û 03.00'an de bû. Bi taybet u zanebûn ev saet hilbijartibûn. Ez û hevalên xwe yên nobedar saet di 01.00 kêm 10 deqeyan çûm bang li hevalên nobedar bikim. Hevalê Ferhat wê demê li ser ranzê rûniştibû hin tişt dinivîsandin. Me bang li wan kir û em çûn razan. Ez dema razam min dengê ‘Bimre mêtingerî" û ‘Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe' bihîst. Piştî sloganan bêhna duxane hat. Hevalan berê amadekariya çalakiyê kiribûn û her tişt amade kiribûn."
‘LÊKIRINA AVÊ ÎXANET E'
Şeftalidalı, anî ziman ku cihê çalakî le pêk hat pêta agir bilind bû û wiha got: "Li zindanê ji ber ku Esat Oktay Yildiran her dem av ji ser kawîşan qut dikir, hevalan tedbîrên xwe digirtin û bîdonên avê tije dikirin. Me bîdonên 20 litreyan tije dikirin. Dema çalaki pêk hat me xwest van bidonan li agirê çalakiyê bikin. Wê demê hevalê Ferhat Kurtay hêj dijiya û got “Hevalno agir reş nekin. Avê li agir nekin. Lêkirina avê îxanet e' û nîşana serkeftinê bilind kir. Me piştre heval xistin nava bataniyan. Hevalê Ferhat hêj dijiya. Lê hevalên din li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabûn. Li kawîşa me Selim Dindar ê ji Cizîrê hebû. Dengê wî pir xweş bû. Her dem Ferhat Kurtay digot ji mere strana bêjê û wî jî stran digot. Wê rojê Mamoste Selim Ferhat Kurtay hembêz kir. Dema Selîm Ferhat hembêz kir, Ferhat strana ‘Mamoste sevdalikam’ got. Wê demê jî berxwedana Ferhat berdewam dikir. Ji mirinê neditirsiya. Di ber xwe dida ji ber ku dizanîbû çima di ber xwe dide."
EM DÊ BERXWEDANÊ MAZIN BIKIN
Şeftalidali, ani ziman ku piştî çalakî pêk hat rêveberiya girtîgehê û Esat Oktay bi saetan nehatin kawîşê û wiha berdewam kir: Serbaz Ali Osman Aydin û 30 kesên din bi hevre hatin kawîşan û hevalên me yên çalakger ên di nava bataniyan de birin. Dema Ferhat birin hêj dijiya û nîşana serkeftinê nîşan dan. Piştre me bihîst ku Ferhat jî jiyana xwe ji dest daye. Çalakiya Ferhat û Agirê çaran ne çalakiyek ji rêzê ye. Di ferha qer tiştî de bûn. Bi zanebûn û plan ev çalaki pêk anîn. Ger ku Ferhat çalakî pêk neanîya dê 7 roj şûnde bihata berdan. Me Şehateda Mazlum Dogan bihîstibû. Agirê çaran wekî gotina Mazlum a "Berxwedan jiyan e" tev geriyan. Li gorî gotina Mazlum Dogan tev geriyan Wan bi vê çalakiya xwe tev li karwanên nemiran bûn. Wan soza berxwedanê dan. Bi sedan sal derbas bibin jî nayê ji bîr kirin. Çalakiya wan dê her mezin bibe.
‘YÊNLI BERXWEDAN AZAD BÛN’
Şeftalîdali, da zanîn ku Çaran di kawişê de bernameyên perwerdekirina rêxistinê amade dikirin û wiha got: “Hewldanên wan ên ji bo avakirina komîn, rêxsitinkirin û berxwedanê hebûn û hêjî bandora wan li ser jiyana min hene. Li girtîgehê ji wê rojê heta niha li hundir û derve berxwedan didome. Ligel ciwan bûn fedekar bûn. Çaran tu caran ji têkoşîn û berxwedanê paşde gav neavêtin. Di wan şertan de ger kesek xwe azad hîsneke nikare bêje ez dijîm. Lê ligel wê wehşetê jî yên li berxwe didan azadbûn. Ji ber koletî qebûl nekirin. Sal derbas bibin jî têkoşîn û berxwedan berdewam dike.”
‘DI NAVA TESLÎMYETÊ DE BERXWEDAN DERKET HOLÊ’
Serokê Komeleya 78’an a Amedê Abdulganî Alkan da zanîn ku li girtîgeha Amedê îşkenceyek bi pergalî dihat meşandin, armanc tunekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd a derdiket pêş bû û wiha pêde çû: “Ji sala 1980’an ve girtîgehê tije bûne, îşkence heye lê destpêkê me nedizanîn emê çawa li berxwe bidin. Di girtîgehê de çanda berxwedanê tune bû. Me nedizanî em ê çawa bertek bînin ziman. Gefa mirinê li me dixwarin, me jî derxist holê ku ji mirinê natirsin. Di nava teslîmyetê de berxwedan derket holê. Çalakiya Mazlum Dogan çalakiyekî ji rêzê bersivdayîn nebû. Xwe şewitandina Mazlum ya bi sê darên şiqatê berxwedane û di heman demê de 12’yê Îlonê darbe xwar. Çalakiyan Çaran jî çalakiyek girîng bû. piştÎ vê çalakiyê 14’ê Tîrmehê bû berxwedan. Çirûska hat vêxistin bû topa agir. Gotina Esad Oktay ya dibêje ‘An dê cenzaeyên we ji vir derkevin an jî hûnê ez dixwazim derbikevin’ vala derket. Ev çalakî vegeriyan encamên civakî. Berxwedan mezin kir û bû çalakiya şer domandinê.”
‘JI WAN ROJAN BERXWEDAN JI BO ÎRO MÎRAS MAYE’
Alkan, destnîşan kir ku girtîgeh bi berxwedaniyan tê bibîranin, çalakiyên hatin kirin nîşan da k udi nava teslîmyetê de berxwedanek çawa derketiye holê û wiha domand: “Ferhat Kurtay got ‘Kurdan tu caran tehma azadî û serxwebûnê ne girtin daku rihet bimirin’ me ji vê gotinê berxwedan û teslîmyet fêm kir, ji be wê tu caran gav paşde nehat avêtin. Bi berxwedana derketî holê êdî li girtîgehan teslîmyet nebû qeder. Bû mîrasa berxwedanê. Hemûyan refên berxwedanê hilbijartin. Tiştên li Girtîgeha Amedê hatin jiyîn hundir û derve xistin nava tevgerê. Ji wan rojan heta îro kevneşopiya berxwedanê didome. Ji ber wê çi dibe bila bibe têkoşîn didome.”
FERHAT KURTAY
Di sala 1949’an de li gundê Xurs ê Qosera Mêrdînê hat dinê. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Qoser û Mêrdînê temam kir. Dema li Trabzonê beşa Endezyariya Ceyranê li Fakulteya Endezyariyê dixwend fikrên şoreşgerî nas kir. Piştre li Mêrdînê demekê endezyarî kir. Di sala 1978’an de kadroyên PKK’ê yên hebûna xwe îlnakirin nas kir. Ev naskirin piştre vegeriya xebatên aktif. Di amadekirina komîteyên birêxistinkirina herêma Mêrdînê ya PKK’ê de cih girt. Belavkariya weşanan girt ser xwe. Di 23’ê Mijdara 1979’an de, di encama îxbarekê de bi M. Hayrî Durmuş re li mala lêdiman hat girtin. Li Girtîgeha Amedê yekemîn rojnameya kurdî derxist.
NECMÎ ONER
Li Çemrûga Amedê hat dinê. Dibistana seretayî navîn û amadeyî li vir temam kir. Ligel ku ji DDKD’ê hez dikir jî piştî kadroyên PKK’ê yên xebatên li navçeyê didin meşandin nas kir, ji kadroyan bandor bû û tevlî xebatan bû. Li navçeyê bi xebatên ciwanan ên dan meşandin. Beriya bê girtin, di komîteya amadekariyên herêmê de bû berpirsyarê ciwanan. Ji ber bûyerek a li dibistanê di sala 1979’an de hat girtin.
EŞREF ANYIK
Di sala 1960’an de li gündeki Wêranşara Rihayê hat dinê. Ji ber malbata wî feqîr bû tenê dibistana seretayî xwend. Anyik ji ber rewşa malbata xwe di temenê biçûk de dest bi xebatê dike û bi malbata xwe re wekî karkerê demsalî diçe Edeneyê. Her wiha li metropolên Tirkiyeyê di gelek karan de xebitî. Anyik, bi taybet bi bandora PKK’ê a têkoşîna Hîlvanê tevlî refan dibe. Li Hîlvanê di têkoşîna li dijî Suleymanlera de hat girtin.
MAHMUT ZENGÎN
Ligel ku ji eslê xwe ji Siwêregê ye, ji ber kale wî li Hîlvanê dimîne nîvî jiyana xwe li wir derbas kir. Dibistana seretayî û navîn li vir xwend. Di sala 1978’an de ji şerê li dijî Suleymanlera bandor dibe û tevl3i refên Apocuyan dibe. Destpêkê di xebatên ciwanan de cihê xwe girt. Di qadên xebatên girseyî û propagandayê de jî xebitî. Di nava têkoşîna li Hîlvan û Siwêregê ya li dijî Suleymanlar û Bucaklar hatibû destpêkirin de cihê xwe girt. 7’ê Tirmeha 1979’an di yek ji van pevçûnan de hat girtin û anîn Girtîgeha Amedê.