MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş bi hinceta heqaret li serokomar kiriye û saziyê dewletê biçuk xistiye hat darizandin.
Du rûniştinên Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş ên bi hinceta heqaret li serokomar kiriye û saziyên dewletê biçuk xistiye li Edliyeya Mêrdînê hat dîtin. Demîrtaş tev li runiştinên dozan nebû. Rinştina yekem li 1'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye hat dîtin. Demîrtaş, bi hinceta di axafina 28'ê tîrmeha 2015'an di Komcivîna HDP'ê de axivî û heqaret li Serokomar kir hat darizanin. Parêzerên Demîrtaş di parastinê de qeyda dîmenê axaftina Demîrtaş xwest.
4'mîn rûniştina doza din jî li 2'emîn Dadgeha Cezaya Asliyê hat dîtin. Demîrtaş bi sedema di axaftina xwe ya 4'ê sibata 2016'an a li Mêrdînê de saziyên dewletê bi çûk xistine hat darizandin. Parêzerên Demîrtaş, bi sedema ku dozên Demîrtaş ên bi heman sedemê li 14'emîn Dadgeha Asliyê Ceza jî heye xwest dosyayên hemû dozan bibin yek. Ji bo dedîl û belgeyan kom bike heyeta dadgehê doz taloqî 26'ê gulana 2017'an kir.