Li Girtîgeha Xarpêtê di binpêkirinên mafan de sînor tune ne

XARPÊT - Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dimînin diyar kirin ku li girtîgehê bijîşk tune ye, rojnamey û derman nayên dayîn, girtiyên silav didin hev dixin hucreyan, wan dernaxînin hewşê û di dema hevdîtinan de kesên di lingê wan de platin hene nagirin hundir.

Girtî û hikûmxwerên li Girtîgeha Xarpêtê bi riya malbatên xwe binpêkirin û zextên pêre rû bi rû dibin ragihandin. Li girtîgeha ku nû hatiye vekirin piraniya girtiyan di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Girtiyan diyar kirin ku di dema hevdîtinan de girtiyên li korîdorê silav didin hev dixin hucreya, li revîra girtîgehê bijîşk tune ye û dermanan nadin girtiyan.

Malbatan dan zanîn ku rojname, televizyon û radyoyan nadin girtiyan, girêdana wan a bi derve re hatiye qutkirin û li kantîna girtîgehê jî amûrên ku pêdiviyên bingehîn bi cih tînin nayên firotin. Bi riya malbatan girtiyan bi lêv kirin ku wan dernaxînin qada hevpar, hevdîtina bi malbatê ya saetekê dazistina nîvsaetê, di hevdîtinan de kesên di linge wan de platin hene nagirin hundir û destûr nayê dayîn ku girtî mafê xwe yê telefonê yê 2 hefteyan carekê bikar bînin.

Girtiyan li dijî binpêkirin û zextan banga hestiyariyê li raya giştî kirin.