Hevşaredarên Qoserê hatin girtin

MÊRDÎN - Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî ku tevî 5 kesên din hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî yên ku di 25'ê mijdarê de li gel 5 kesên din hatin binçavkirin hatin girtin. Piştî Îktîdara AKP'ê qeyûm tayînî şaredariya Mêrdînê kir, hevşaredarên Artûklû, Mêrdîn û Qoserê di demên cuda de binçav kiribûn. Piştî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hat girtin, bi ser Şaredariya Qoserê de girtin û Hevşaraderê Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî binçav kirin. Di hema operasyonê de rêvebirên MEYA -DER'ê jî hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsînê Asî û Salman û 4 rêvebirên MEYA-DER'ê sewqî dadgeha Qoserê hatin kirin. Dadgehê bi hinceta "Endamên rexistinê ne" biryara girtinê da. Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî û rêveberên MEYA-DER'ê Qoserê Mehmet Gokdemîr, Halîl Tolguç û Midûrê Karên Çandê yê Şaredariya Qoserê Salîh Kuday hatin girtin.