RIHA - Doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş ê midûrê polîsan ê ji "FETO'yê" girtiye gilî kir û dozgerê girtî jî dosya amade kir, hatibû vekirin hate dîtin. Demîrtaş bi SEGBÎS'ê beşdarbûna dozê red kir.
Doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ye û ji ber tevlî meşa ku di 4'3e tebaxa 2013'an de ji bo piştevaniya gelên Rojava hate lidarxistin bûye hatibû vekirin li 1'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Wêranşarê hat dîtin. Demîrtaş bi beşdarbûna SEGBÎS'ê red kir. Parêzerên Demîrtaş di dozê de amade bûn. Ji parêzerên Demîrtaş, Muhsîn Karaman ji bo ku bersûc di dozê de amade be daxwazname da. Parêzer Mustafa Vefa yê di dozê de amade bû jî xwest Demîrtaş di dozê de amade be.
Dozger bi îdiaya ku parêzerên Demîrtaş dozê dirêj bikin xwest daxwaz bê redkirin. Dzger xwest ku Demîrtaş di danîşîna bê de bi SEGBÎS'ê amade be.
DAXWAZ HATE REDKIRIN
Dadgehê daxwaza Demîrtaş û parêzeran red kir. heyetê biryar da ku Midûrê Emniyetê yê Wêranşarê Selamî Ermîş ê der barê Demîrtaş de gilî kiribû yê girtî û polîsê bi navê Alper Erdem bi SEGBÎS'ê di dozê de amede bin. Doz taloqî 22'yê hezîranê hat kirin.
JI BER CEMAETA GULEN HATIN GIRTIN
Demîrtaş ê ku wê demê Hevserokê Giştî yê BDP'ê bû dema ku diçû navçeya Serêkaniyê konvoya wî li navçeya Wêranşarê hatibû sekinandin û li vir Midûrê Emniyetê yê Wêranşarê Selamî Ermîş û Demîrtaş nîqaş kiribûn. Li ser vê der barê Demîrtaş de der barê wî de doz hatibû vekirin. Polîsê ku bû mijara lêpirsînê û dozgerê lêpirsîn da meşandin ê bi navê Yusuf Balar bi îdiaya ku endamê "FETO"ne li girtîgehê ne.