WAN - Nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Nedîm Turfent ê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat kirin got ku bi rojane di hucreyê de tê ragirtin û pêdiviyên wî ji aliyê îdareya girtîgehê ve nayên bicihanîn.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin Nedîm Turfent ku di 12’ê Gulana 2016’an de li Wanê hatibû girtin bi nameya şandiye tiştên dijî vegot. Turfent ku di 26’ê Nîsanê de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat kirin bal kişand ser binpêkirinên mafan ên îdareya girtîgê yên li dijî wî.
Turfent di nameya şandî de ve tişt gotin: “Ji 26’ê Nîsanê heta niha di hucreyê de me. Ev du hefteye rasyo, TV û rojname tune ye min xwest gotin tune ye. Min çaya destpêkê piştî 6 rojan vexwar. 6 rojan tiştekî ji kantînê nedan min. Ji pirtûkxaneyê hîna pirtûk nedane. Midûr dibêje di odeyê 3 kesî de cih tune ye. Min îspat kir ku heye wî jî got hemû kes dixwaze. Got dibe mehekê jî li vir bimînim.”
Yekemîn rûniştina doza Turfent dê di 14’ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê dîtin. Turfent di nameya şandî de banga tevlîbûna dozê kir.