STENBOL - Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Kovara Çand û Hunerê ya Stenbolê ya 1453 ku ji aliyê Çand A.Ş ve dihat weşandin bi hinceta li ser dîwar nivîsa “Erdo-Gone!(Erdogan çû) înşallah, maşallah” hatiye nivîsin girt.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Kovara Çand û Hunerê ya Stenbolê ya 1453 ku ji aliyê Çand A.Ş ve dihat weşandin bi hinceta cih daye nivîsa dîwar girt. Karê çalak ê sê kesan feshkir û derbarê wan de serlêdana suc kir. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş, got: “ Me Kovara Çand û Hunerê ya Stenbolê ya 1453 girt. Tişta di kovarê de hatiye kirin bêdadî û bêexlaqiye.”
Daxuyaniya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve hatiye dayîn wiha ye:
“Kovara Çand û Hunerê ya Stenbolê ya 1453 ku ji aliyê Çand A.Ş ve tê weşandin ji ber naveroka hejmara dawî hatiye girtin. Karê çalak ê Koordînatorê berpirsê naveroka kovarê, Midûrê karê nivîsan û edîtoran hatiye feshkirin. Derbarê kesên berpirsyarên naveroka bêrêz û provokatîf de li dozgeriyê dê serlêdana sûc bêkirin. Bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.”
JI TOPBAŞ DAXUYANÎ: ME KARÊ WAN FESH KIR Û KOVAR GIRT
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Topbaş, diyar kir ku mixabin wî ev bûyer wekî bûyerekî xemgîn dîtiye û wiha got: “Xemgîniya min ewe ku ji sala 2004’an ve dema ez hatin ser peywirê dem dem û di demên dawî de li dijî min û şaredariyê provokasyonek heye. Em kirine hedef ev nayê fêm kirin. Ev bûyera di kovarê de nayê pejirandin. Bêdadî û bêexlaqiye. Dê serlêdana sûc û tişta pêwîst bê kirin. Me karê wan fesh kir û kovar girt. Ev hemû tiştên tên kirin ji cihekê tê tevnêkirin.”