Ji Çelîkkan û Ustun re ceza

STENBOL - Ji nivîskar-rojanemger Murat Çelîkkan ê ku rojekê Rêverberiya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin kir re salek û 6 meh û ji akademîsyen Beyza Ustun re jî salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.

Doza rojnameger-nivîskar Murat Çelîkkan û akademîsyen Beyaz Ustun a ku ji ber rêveberiya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin kirin hatibû vekirin hat dîtin. Di doza li 13’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin de Çelîkkan û Ustun amade bûn. Destpêkê doza Çelîkkan hat dîtin û di doza gelek rojnamegeran şopand de Çelîkkan parastina xwe kir.

HEDEFA DESTPÊKÊ RASTÎ BÛN

Çelîkkan, diyar kir ku şertên şer û pevçûnan ên destpêkê rastî bûn û wiha got: “Rojnameya Ozgur Gundem di salên 90’î de jî bi nûçeyên çêkiribû rastî ragihandin gel. Nûçeyên ku rojnameyê çêkirin piştî salan derketin holê ku rastin. Piştî parastina Çelîkkan parêzeran mafê axaftinê girtin û daxwaza berdana mûwekîlê xwe kirin.

SALEK Û 6 MEH CEZA

Piştî parêzeran navberek biçû hat dayîn û bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 6 meh ceza ji Çelîkkan re hat birin. Heyeta dadgehê da zanîn ku sûc bi riya çapemenî-weşanê hatiye pêkanîn, cezayê ji Çelîkkan re dayî bilind kir û derxist salek û 6 mehan.

Piştî Çalişkkan li heman dadgehe doza Beyaz ustun hat dîtin. Ustun ku parastina xwe kir got ku ligel zextên li ser çapemeniyê weşan berdewam dikin. Piştre parêzeran mafê axaftinê girtin û daxwaza berdana Ustun kirin. Heyeta dadgehê piştî parastinan bi îdîaya “propagandaya rêxistine kiriye” salek û 3 meh ceza li da Ustun. Dadehê biryar da ku ceza bê paşdexistin.