Hinceta biryara der barê 'Doza Sereke ya KCK'ê de hat aşkerakirin

AMED - 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, hinceta biryara xwe ya der barê "Doza Sereke ya KCK'ê" ya ku 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin aşkera kir. Biryar ji 11 hezar û 84 rûpelan pêk tê.

2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, biryara xwe ya der barê "Doze Sereke ya KCK'ê" ya ku 154 siyasetmedarên pê tên darizandin daxuyand. Di danişîna biryarê ya ku di 28'ê Adarê de li Amedê hat dîtin de, li 99 siyasetmedarên kurd ji sal û 3 mehan heta 21 salan cezayê girtîgehê hatibû birîn. Der barê 48 kesan de biryara beraetê, der barê 7 kesan de taloqkirina şopandinê hatibû dayîn û her wiha li 99 siyasetmedaran jî bi giştî hezar û 109 sal 10 meh û 22 rpj cezayê girtîgehê birî bû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, cezayê ku li 93 siyasetmedaran hatibû birîn kêm dît û vê biryara dadgehê şandibû temyîzê. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, biryara ku ji 11 hezar û 84 rûpelan pêk tê di nav 40 rojan de nivîsand û teblîxî siyasetmedarên kurd û parêzeran dike. Biryar wek 22 pirtûkçeyan hat amadekirin û dê li nav dosyeya dozê cih bigire.

DADGEH Û POLÎS ŞAHIDÊN NEPEN NEDÎTIN

Di biryarê de, şahidên nepen ên ku di dema şopandin û lêpirsîna dozê de îfadeyên ku dabûn û bûbûn cihê nîqaşan hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku, îfadeyên şahidên nepen ên bi navê “X”, “Gulşah”, “Toros”, “Kar” û “Padişah” ji bo hikmê esas hatine girtin. Di dadgehê de, hat destnîşankirin ku ji ber îfadeyên şahidê nepen ê bi navê "X" "razber" in û ji ber ku îtibar bi beyanên ku şahidên nepen ên bi navê “Mercek”, “Gunişigi” û “Papatya” dan nehatiye kirin, ev îfade di aleyha bersûcan de nehatiye nirxandin. Hat diyarkirin ku şahidên nepen ên bi navê "Papatya" û "Gunişigi" yên ku di merheleya lêpirsîna dozê de îfade dabûn, dev ji şahidiyê berdane.

Hat diyarkirin ku der barê şahidên nepen "Cemile" û "Bahar" ên ku berê der barê rojnameger Tayyip Temel de îfade dabûn,tespîtkirina agahî belgeyan nehatiye kirin. Dîsa hat diyarkirin ku, tevdîrên parastina der barê şahidên nepen ên bi navê "Oyun Bozan", "Yolun Sonu", "Anne Ben Geldim" û "Annemin Gozyaşlari" yên ku der barê endamê MYK'a DBP'ê Mehmet Salij Yildiz de îfade dabûn hatine rakirin. Hat destnîşankirin ku, îfadeyên şahidên nepen ên ku di çarçoveya îtçtihadên Dadgeha Bilind û biryarên DMME'yê de ew neanîne hizûra dadgehê û di çarçoveya pirsên devkî an jî nivîskî ên parêzerên bersûcan de îfadeyên wan nehatine girtin, di hikmê de esas nehatine girtin.

DARAZ A DI ERGENEKON Û BALYOZÊ DE 'QUMPAS' DÎT DI DOZA KCK'Ê DE NEDÎT

Hate îfadekirin ku cezayên ji ber "li dijî Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînan muxalefetê" "Propagandaya rêxistinê" û "Astengkirina perwerdehî û hînkirinê" der barê hin siyasetmedarên kurd de hatine vekirin di pêvajoya darizandinê de di encama sererastkirinên qanûnî de hatine taloqkirin. Hate gotin ku der barê siyasetmedarên kurd de ji ber sûcê "xirakirina yekîtî û tevahîbûna welat" hatiye dayîn ji ber ku delîlekî şenber tuneye biryara beraetê hatiye dayîn. Di dema darizandinê de bi biryara navberê ve ji 4'emîn dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê îdianameya "FETO" xwestiye û gotiye dê vê binirxîne lê dadgehê di hinceta xwe ya biryarê de balkêş e ku qet cih nedaye 21 dadger û dozgerên piştî hewladana darbeya 15'ê tîrmehê hatine girtin û ji peywira xwe hatine durxistin.

Dema ku darizandinê berdewam dikir "Îdianameya Sîwan" a ji dadgehê re hat şandin de têkîldarî biryarên îxrackirinê ya HSYK'ê de têkîldarî operasyonên di bin navê "KCK'ê" hatine kirin de wiha hatibû gotin: "F. Gulen gotibû KCK gelek xetere ye, ji PKK'ê xeteretir e, bêyî lêdan çareserî nabe' û li ser van gotinên wî kadroyên li hundirê emniyet û darazê li dijî rêxisitinê ya li hundirên bajaran operasyon dane destpêkirin. Emniyet, dozgerên rayetaybet, hemû kesên ku têkîliya wan bi terore hebe yan jî tunebe yên muxalîf û yên beşdarî çalakiyên siyasî bûne wekî endamê rêxistinê ye daye pênasekirin."

Di biryarê de îfadeyên şahidên nepen, belgeyên hatine desteserkirin, lêkolîna malzemeyên dijîtal, qeydên e-mailan, hevdîtinên telefonan, tapeyên cihên hatine guhdarkirin, raporên pêzanan, tevahiya dosyayê dema ku tê nirxandin kesên ku bi îdiaya "rêveberên rêxistinê ne" ceza girtine yên wekî Turan Genç, Kamuran Yuksek, Çîmen Işik, Sara Aktaş, Tayyîp Temel, Ahmet Bîrsîn, Herdem Kizilkaya jî di nav de siyasetmedar û rojnameger tê îdiakirin ku li ser navê PKK'ê di nava KCK/TM'de cih digirin, li gorî peymana KCK'ê di nava navendên qadên îdeolojîk û siyasî de di asta berpirsyariyê de cih digirin. Balkêş e di biryarê de ev kesên ku dema hatin girtin endamên DTP'ê bûn jî qet qala vê yekê nayê kirin.

Di hinceta biryarê de ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven, Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek, şaredarên berê Necdet Atalay û Abdullah Demîrbaş ên beşdarî bername û çalakiyan bûne jî tê gotin ku ev xebatên kirine xebatên partiya siyasî nîne, di dema darizandinê de îtibarî parastinên ku kirine nehatiye kirin.

Di biryarê de ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî tê gotin ku ji ber delîl tuneye beraet kiriye. Di biryara ku bi piraniya dengan hatiye girtin de serokê heyetê li dijî vê yekê derketiye û xwestiye Turk bi îdiaya "ligel ku endamê rêxistinê nîne jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" bê cezakirin.

Dîsa di dozê de Siracettîn Irmak, Veysî Akar û Servet Ozen ên ku beraet kirin jî endamên heyeta dadgehê li hemberî vê derketin. Dîsa dadgehê ji bo siyasetmedarên kurd wekî lêçûnên darizandinê bi sed hezeran TL derxist.