Nivîskar û siyastemad hatin binçavkirin

MÊRDÎN- Li navçeya Dêrikê di serdegirtina malan de endamê Komeleya Nivîskarên Kurd Eyup Guven û siyasetmedar jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Dêrika Mêrdînê serê sibê polîsan di ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Endamê DBP’a navçeyê Burhan Temel, endamê Komeleya Nivîskarên Kurd ê bi KHY’ê hatibû girtin Eyup Guven, Emîn Onen û 4 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.

Sedema binçavkirinanan nehat zanîn û 7 kesan birin Miduriyet Polîsan a Dêrîkê.