Lêgerîna ji bo dîtina jina ket ava Zapê berdewam dike

COLEMÊRG - Xebatên lêgerînê ya ji bo dîtina jina bi navê Mîran Berk a li ser riya Colemêrg-Wan ket ava Zapê ji şevê din were berdewam dikin.

Wesayîta bi plaqeya 27 UB 395 a Hakki Berk a ji gunê Aroş a navçeya Qilabana Şirnexê ket rê şevê din li ser riya Colemêrg-Wan qeza kir ket ava Zape. Kesên bi navê Îsmaîl Berk, Hakki Berk û Halîm Berk ên ji heman malbatê ne bi birîndarî hatin rizgarkirin û Mîran Berk (75) jî li ber ava Zapê çû û winda bû. Piştî ji xebata komên AFAD’ê û welatiyan a heta serê sibê berdewam kir tu encam nehat girtin, xebat serê sibê berdewam kirin. Ligel hemû lêgerînan jî hêjî Berk ne hatiye dîtin.

Lêgerîn li Geliyê zapê didome.