Ji 4 milyon betalan 2 milyon ciwan in

ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiye ji sedî 20’ê nifûsa ciwanan betal in. Ji sedî 24’ê ciwanan jî di nava jiyana perwerdehiyê û kar de para xwe negirtine. Li gorî daneyan ji 4 milyon mirovên betal nêvîe jê ciwan in.

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstika betaliya ciwanan a 2016'an aşkere kir. TUÎK'ê li ser rewşa tenduristî, perwerdehiyê, kar, tevlêbûna civakî û jiyana tekakesî ya ciwanan dane parve kirin. Li gori daneyan nifûsa Tirkiye ji sedî 16,3 ciwan in. Li Tirkiye 13 milyon ciwan dijîn. Li gorî daneyên Pergala Qeydên Nifûsa Navnîşanan (ADNKS), di sala 2016'an de tevahiya nifûsaTirkiye 79 milyon û 814 hezar û 871 bû. Nifûsa ciwanên di navbera 15-24'an de 12 milyon û 989 hezar û 42 bû. Nifûsa ciwanên Tirkiye ji sedî 16,3’an e. Nifûsa herî ciwan li bajarê Colemêrgê ye. Li gorî daneyan nifûsa herî ciwan li Colemêrgê ye û ji sedî 25,5 ciwan in. Dîsa ji sedî 23,9 nifûsa ciwan li Şirnexê ji sedî 23,1 li Sêrtê, ciwan in.

Li gorî lêkolînê ji sedî 24'ê ciwanan ne tev li jiyana perwerdehiyê bûne û ne jî tev li qada kar bûne. Ji sedî 14,6 ciwanên betal ji xortan û ji sedî 33,5 ciwanên betal jî ji jinan pêk tên. Hêjmara betalan a Tirkiye ji sedî 20 ciwan in. Dîsa ji sedî 24 jî qet tev li jiyana kar û perwerdehiyê nebûne.