ÊLIH - TJA, ji bo bertek nîşanî îstîsmarkirina zaroka bi navê G. a 14 salî û zarokên din bide û li dijî îstîsmara deng derxîne dê li Êlihê çalakiyan li dar bixe.
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka bi navê G. a 14 salî zarokên din dê sibê seat di 14.00’an de li Êlihê çalakiyekê li dar bixe. Di çalakiya ku dê rêveberên KCD, DBP, HDP û TJA’yê tevlî bibin de dê rêxistinên jinan û femînîst jî piştgiriyê bidin. TJA’yê derbarê çalakiya ku dê sibê li darbixin de daxuyaniyek da û ev tişt anîn ziman:
“Li Êlihê îstîsmara li dijî zarokan a bi îfadeya zaroka bi navê G. a 14 salî deket holê, zarok bi fihuşê re rû bi rû hatine hiştin. Li dijî vê rewşê ji bo em piştgiriyê bidin jinên li Êlihê, ji bo têkoşîna zarokên keç ên rastî tecawizê hatine bidomînin û ji bo îtirazî serbestbedana tecawîzkaran bikin, em wekî rêveber û meclîsên jinan ên KCD, HDP, DBP, hevparên saziyan jinan ên hatine girtin dê sibê bi dirûşmeya “Kefaleta Tecawîzê Nabe… Tecawîz nayê kirîn” li Êlihê bin.
Li aliyê din jin dê îşev saet di 21.00’an de li ser tora civakî bi hasthaga #TecavuzunKefaletiOlmaz çalakî bê lidarxistin.