DBP’iyên di bin çavan de ne dê sibê derkevin pêşberî dadgehê

WAN - Li Wanê 12 kesên ku di nava wan de hevserokên DBP’ê, endamên PM û meclîsa jinan jî hene hatin binçavkirin dê sibê derkevin pêşberî dadgehê.

Di encama serdegirtina avahiya DBP’ê ya Wanê û malan ya 11’ê Gulanê de Hevserokê DBP’ê Ahmet Aygun, rêveberên DBP û KCD’ê û rojanemger Serhat Yaruk jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin. Karên kesên hatin binçavkirin ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn. 12 kesên bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” ev 5 rojin di bin çavan de ne tê payîn ku ji bo îfadeya wan li dozgeriyê bê girtin sewqî edliyeyê bên kirin û hat zanîn ku 12 kesan di îfadeyên midûryetê de mafê “bêndegiyê” bikar anîne.

Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Hevserokê DBP’ê Ahmet Aygun, endamê PM’ê yê DBP’ê Bariş Koyun, rojnameger û endamê PM’ê yê DBP’ê Serhat Yaruk, rêveberê DBP’ê Necmî Varhan, Berdevkê KCD’ê yê Wanê Ramazan Duman, endamên meclîsa jinan a DBP’ê Dersim Ak û Muyaser Çelîk û Adnan Akti, Ozgur Bulut, Murat Aladag, Camî Rahat, Hevseroka TUYAD-DER a hatiye girtin Aynur Bagiş.