Li Qoserê keseke wesayîtek lê da jiyana xwe ji dest da

MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê wesayîtek li kesa bi navê Nafya Aktekîn a xwest derbasî aliyê din rê bibe qelibî. Aktekîn a giran birîndar bû li li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li herêma Siteya Nû ya Sanayiyê wesayîta 33 BBY 39 plaka ku navê xwediyê wê nehat zanîn li jina bi navê Nafya Aktekîn a xwest derbasî aliyê din ê rê bibe xist. Aktekîn a bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneya taybet ligel hemû mûdaxeleya bijîşkan jiyana xwe ji dest da.

Derbarê buyerê de lêkolîn hat destpêkirin û ajokerê bû sedema mirina Aktekîn hat binçavkirin.