KCD û HDP ji bo piştgiriyê çû serdana Kemal Gun

DERSIM - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu çûn serdana Kemal Gun ê ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigire 82 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Hevseroka Kongeray Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan a Dersimê Alîcan Onlu çûn serdana Kemal Gun ê ku ji bo cenazeyê kurê xwe Murat Gun bigire 82 roj in li Parka Seyîd Riza di greva birçîbûnê de ye. Leyla Guven a di serdanê de destê Gun maçî kir diyar kir ku ew bi dilê xwe ve li cem wî ne. Guven wiha axivî: "Apê Kemal çi heyf e ku ji bo hestiyên kurê xwe bibîne ketiye greva biçîbûnê. Ger ku li welatên din vê yekê bibîhizin bawer im dê tu kes bawer neke. Dê bibejin tiştekî wisa nabe. Lê ev der Tirkiye ye. Hir tişt diqewime."

'EV ŞERMA TIRKIYEYÊ YE'

Guven anî ziman ku ew li pey ciwanên ku ji bo jiyaneke birûmet jiyana xwe ji dest dane ne û wiha berdewam kir: "Em li pey zarokên xwe ne. Ew çawa bi awayekî tîk çûn mirinê em ê jî têkoşîna wan bidomînin. Ji bo Tirkiyeyeke bi aram û baş jiyana xwe ji dest dan. Lê em nikarin hestiyên wan bigirin. Ev şerma Tirkiyeyê ye. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîktir û ji bo Kurdistaneke azad em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Zarokên Dersimê yên leheng dê tu caran di têkoşîna xwe de tenê nemînin."

Guven diyar kir ku parlamenterên ku gotin aştî û demokrasî dixin girtîgehan û wiha got: "Bêdengiya li hemberî bavekî ku hestiyên kurê xwe dixwaze ne ku bersiva wan tuneye ye, li hemberî berxwedana bav neçariya wan nîşan dide."

Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu jî got ku wan hestiyên mirovên xwe yên ku di qatlîama 38'an de jiyana xwe ji dest dane jî negirtine û wiha axivî: "Wijdanên wan ewqas hişt bûye ku em bi awayeke aşkera nikarin bikevin dewreyê. Li vir ji amîrên milkî heta dozgeran dema ku em dikevin dewreyê dixwazin bedelekî din bi malbatan bidin dayîn."

Onlu xwest Gun greva xwe bi dawî bike. Kemal Gun jî ji bo piştevaniyê spasiyên xwe pêşkêş kir û daxwaza bi dawîkirina grevê qebûl nekir û got ku heta niha bi zarokên xwe ve jiyan kiriye û heta ku hestiyên kurê xwe bigire, bedela vê jiyana wî jî be dê dev ji têkoşîna xwe bernede."