'Dewletê li Sûrê komkujî pêk anî'

AMED - Rûniştina doza Sûrê ya 28 jê girtî 40 kes tên darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de şahidê nepen "İznik 2015" Ahmet Karatay wekî Yunus Ozak pênase kir û heyeta dadgehê ew rast kir. Heseroka DBP'ê ya Rezan Rihan Kavak Ozbek diyar kir ku dewletê li Sûrê komkujî pêk anîye.

2'emîn rûniştina doza Sûrê ya ku Nûçegîhanê DÎHA'yê ya hat girtin Mazlum Dolan jî di navde 28 jê girtî 40 kes tên darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Di rûniştinê de hin kesên serbest tên darizandin û hin bersûcên girtî tên darizandin li salonê amade bûn. Remziye Tosun ê li girtîgegeha Tîpa T a Xerpêtê, keça wî ya 3 salî Beritan û Seniha Surer a 60 salî jî di navde hin bersûc amade nebûn. Gelek kes wekî çavdêr beşdaru runiştinê bûn û li salonê cih nema. Dema navê bersûcan hatin xwendin, bersûcan bi kurdî “ez li virim" bersîv da.

BERSÛCAN XWESERIYA DEMOKRATÎK PARASTIN

Bersûc Mehmet Çavreşoglu, bi riya tercuman parastin kir û sucdariya der barê xwe de red kir û wiha got: "Ji ber sucdariyên bê kok 14 mehin girtî me. Min dibin çavan de di bin îşkence û zextan de îfade da. Ez li Sûrê asê mam û bi riya kooridarê hatim derxistin. Ji ber ku ez li Sûrê mam ez îro li vir têm darizandin. Ez kurdim Lê mirov li ser axa xwe bijî wekî sûc tê dîtin. Divê xweseriya demokratîk bêyî astengiyan û serbest li ser vê axê bê niqaşkirin. Ev daxwaza kurdan welat perçe nake." Heyeta dadgehê axaftina Çavreşoglu qut kir û got "Ev nakeve nava parastinê". Çavreşoglu piştre parastina xwe dubarhe kir û beraeta xwe xwest. Bersûc Mehmet Sarihan jî bi riya SEGBÎS'ê diyar kir ku ew naxwaze bi riya SEGBÎS'ê îfade bide û xwest li salonê îefade bide.

DEWLETÊ LI SÛRÊ KOMKUJÎ PÊK ANÎ

Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Rezan a Amedê Rihan Kavak Ozbek jî bi kurdî parastin kir û diyar kir ku darizandinek adîl nayê kirin. Ozbek, anî ziman ku xebatên wan ên partiya siyasî yên ji bo aştî, demokrasî u wekkeviyê wekî sûc tên dîtin. Ozbek, anî ziman ku di salên 90'an de bûn şahid ku gundên wan hatin xerakirin û valakirin û niha jî dibin şahid ku bajarên wan dorpêçkirin û wiha got: "Dewletê li Sûrê komkujî pêk anî. Ji 70 salî heta 3 salî gelek zarok qetil kir. Sûr dirok e. Li Sûrê mirov û dîrok hatin qetilkirin. Ger ku li cihekî mirov û dîrok tê qetilkirin û siyasetmedar bên girtin mirov nikare behsa çareseriya dewletê bike. Xweseriya Demokratîk daxwaza gelê kurd a ji bo aştî, demokrasî û azadiyê ye. Em ne terorîst in Em kurdên ku nayên asîmilekirin in. "

Piştî parastinê şahidên nepen îfade dan. Şahidên nepen ên ruyê wan hatin şolîkirin jî bi riya SEGBİS'ê îfade dan. Heyetê ji şahidê Nepen "İznik 2015", xwest di nava 4 girtiyan de Yunus Ozak ê berê teşhîs kiribû disa teşhîs bike. Şahidê nepen bersûc Ahmet Karatay wekî Yunus Ozak pênase kir. Li ser vê yekê heyeta dadgehê şahidê nepen rast kir û got: "Yê tu nîşan dide ne Yunus Ozak e. Ew Ahmet Karatay e." Şahidê Nepen Îznik 2015 jî got 'Baş nayê bîra min. Piştî heyetê xwest şahidê nepen 2 deqîqeyan raweste, parêzer bertek nişanî heyeta dadgehê da û diyar kir ku ev divê derbasî girtekan bibe.

Şahidê bi navê "Kahraman 2015" ê bi riya SEGBÎS'ê beşdari dozê bû jî dîsa nekarîbû teşhîs bike û vê carê bersûc Yunus Ozak û Sedat Nurioglu tev li hev kir.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozer jî wekî şahid hat guhdarkirin. Ozer jî diyar kir ku berê li Cizîrê mirov di jêrzeminan de ji ber koorîdora mirovahiyê nehat vekirin hatin qetilkirin û ji bo ev yek dubare nebe xwestin li Sûrê kooridora mirovahiê bê vekirin. Ozer, anî ziman ku ji bo koorîdora mirovahiyê bê vekirin bi Waliyê Amedê re hevdîtin kirin û wiha got: "Em bi Cîgirê Waliyê Amedê Mehmet Demir re axivîn. Cîgrê Walî Demîr jî got 'Operasyona Sûrê ji Enqereyê ferman hatiye dayîn. Ji aliyê leşkerên ku erk ji Enqereyê girtine ve tê rêvebirin. Walî di vê mijarê de ne xwedî erk û raye ye. Dema em çûn hevditinê Serokê Rêveberiya DÎHA'yê û parêzerê wan jî ji bo nûçegîhanê DİHA'yê Mazlum Dolan hatibûn hevditinê. Me bi hevre hevdîtin kir.

Piştî şahidiya Ozmeh navber da rûniştina dozê.