ÎZMÎR - Polîsan li ser îxbarek ne rast bi ser mala endama PM’ê ya HDP’ê Meryam Adibellî de girtin û bi hinceta “dibe delîlan ji holê rake” hat girtin.
Li taxa Ballikuyu ya navçeya Konaka Îzmîrê li ser îxbara “PKK’î veşartine” bi ser mala endama PM’ê ya HDP’ê Meryem Adibellî de girtin. Ligel ku di dema serdegirtinê de derket holê ku îxbar ne raste jî rojname û kovarên li malê hinet hat nîşandan û Adibellî hat binçavkirin. Piştî karên li midûryetê Adibellî sewqî dadgehê hat kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya “endama rêxistinê ye” Adibellî sewqî Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat kirin. Adibellî ku îfade li dadgehê da bi hinceta “Derbarê wê de delîl ne hatine komkirin lê dibe ku delîlan ji holê rake” hat girtin.