Gulmen: Em çalakiya îro dîyarî Fîlîstiyan dikin

ENQERE - Nurîye Gulmen, diyar kir ku ew çalakiya xwe ya îro dîyarî girtiyên Fîlîstinî dikin û wiha got: "Birçîbûna min a bi Fîlistiniyan re hevpar e. Zalîm jî hevpar in û ji heman cihî êrîş dikin.

Çalakiya Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yên bi KHK'e hatin îxrackirin di roja 69'an de berdewam dike. Bi sedan kesên ji bo piştgiriya çalakgeran Gulmen û Ozakça li kolana Yuksel kom bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. Di çalakiyê de dîsa pankarta "OHAL êrîşa li dijî heqê me û ewlehiya me ye. Em karê xwe paşve dixwazin." vekirin. Komê bê navber siloganên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Semih û Nuriye rûmeta me ne", "Em karê xwe paşve dixwazin" berz kirin.

'DERIYÊ ME KOLANA YUKSELÊ YE'

Di çalakiyê de mamoste Acun Karadag, diyar kir ku wan xwest li ber Rojnameya Sabahê çalakiyê pêk bîne, lê ew ji aliyê 40 polîsan ve hatin asteng kirin. Karadag, bertekên xwe yên li dijî polîsan wiha anî ziman: "Hûn kî ne. Hûn ewlehiya medya logeran digirin. Tirsa we ji bo çiye? Yên em ji kar avêtin ji ber em ji kar avetine dê ji xwe şerm bikin.

JI 541 AKADEMÎSYEN Û REWŞENBIRAN PIŞTGIRÎ

Piştre daxuyaniya ku 541 akademîsyen, rewşenbir û nivîskaran piştgirî daye hat xwendin. Hîndekara Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Sibel Perçinel daxuyanî xwend û diyar kir ku hemû çalakiyên li dijî OHAL û KHK'ê bên lidarxistin rewa û demokratîk in. Perçînal, diyar kir ku ew mafê Gulmen û Ozakça dixwazin û heta dawî piştgiriyê didin wan û wiha got: "Em bang li hikûmeta AKP'ê dikin ku dawî li pêkaninên OHAL/KHK'ê bînin. Bi lezgîn pîvanên hiqûq û demokrasiyê têxin meriyetê. Mafê Nuriye Gulmen û Semih Ozakça paşve bindin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku ev berxwedan berxwedana parastina rûmetea mirovahiyê ye û ev dê ji bo her kesî lazim bibe. Turkdogan xwest her kes li vê berxwedanê xwedî derkevin.

Parêzer Selçuk Kozagaçli jî anî ziman ku hezar û 700 Filistinî 30 rojin di greva birçîbûnê dene û wiha got: "Em dê saet di 18.00'an de bi çalakgerên Fîlîstînî Mervan El Berguti û Leyla Halid re bi telefonê têkilî dînin. "

Herî dawî çalakger Nuriye Gulmen a 69 rojin di çalakiyê de ye jî diyar kir ku ew çalakiya xwe ya îro dîyarî girtiyên Filistinî yên têkoşîna wan hevpar e dikin. Gulmen, anî ziman ku pir bi rûmet û serbilind û bi kelecanek pir mezin li vir in. Ez çarek din bang li polîsên Enqereye dikin û dibêjim, Dawiya dawî hûn dê neçar bimînin dest ji êrîşen xwe berhdin. Niha ji ber em li vir in êrîş nakin, lê dema firsend dibînin êrîş dikin. Ev berxwedan ya me tevan e. Dawiya dawî dê berxwedana me bi ser bikeve. Dê bi şev û roj ev der êdî tije mirov be.