Rojnameger Dolan: Ez ê ji cihê mayî berdewam bikim

AMED - Nûçegîhanê DÎHA'yê Mazlum Dolan ê piştî salekê şûn de hat berdan, anî ziman ku ew ê ji cihê mayî karê xwe berdewam bike.

Nûçegîhanê DÎHA'yê Mazlum Dolan ê ku ji bo şopandina nûçeyan ket navçeya Sûrê û bi îlankirina qedexeyê li navçeyê asê ma, dema ji navçeyê derket hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Di rûniştina doza Sûrê ya ku îro li Amedê hat dîtin de ji 28 kesên girtî 9 kes hatin berdan û yek ji van kesan jî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a ku bi KHK'ê hat girtin Mazlum Dolan bû.

Rojnameger Dolan, li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê Berdevkê înîsiyatîfa Rojnamgerên Azad Haki Boltan jî di navde ji aliyê hevpîşeyên xwe ve hat pêşwazîkirin. Dolan li ber girtîgehê axivî û wiha got: "Niha hestên wisa li min peyda bûne ku mirov nikare vebêje. Bûm şahidê gelek pêkanînan. Ez ê ji cihê mayî karê xw eyê rojnamegeriyê bidomînim."